Li Meksîkayê jin li dijî tecawiza polîsan daketin qadan

  • 11:58 18 Tebax 2019
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Meksîkayê ji destpêka meha tebaxê ve li dijî bûyera tecawizê ku pols tevli bûn bi hezaran jin daketin kolanan. Jinên ku li dijî tecwizê çalakî li dar xistin qatê duyemîn ê qereqolekê şewitandin. 
 
Li Meksîkayê li dijî bûyerên tecwizê ku ev hefteyek e polîs jî tevli dibin, jin daketin kolanan û çalakî li dar xistin. Li navenda payîtext Mexîcoyê  bi sedan jin di 16'ê tebaxê roja înê êvarê kom bûn.
 
Jinên ku çalakî li dar xisitn  termînaleke polîsan texrîb kirin û piştre qereqoleke polîsan kirin hedef û qatê wê yê dudiyan dan ber agir. Ji ber ku polîs jinan tacîz û tecawiz dike jinan di 12’ê Tebaxê de jî çalakî li dar xistibûn. Di serê meha Tebaxê de jineke ciwan a 17 salî diyar kiribû ku li bajarê Azcapotzaloyê çar polîsan tecawizî wê kirine. Di roja dîtir de jî jineke ciwan a 16 salî diyar kiribû ku li muzeyê polîsekî tecawizê wê kiriye. Ji ber ku derbarê polîsên tecawizkar tu lêpirsîn nehate destpêkirin çalakiyên jinan didomin.
 
Jinên ku  bêdengiya li hemberî tecawizê şermezar kirin û dirûşmên  “Me naparêzin, tecawizî me dikin ” berz kirin
 
Jin bi polîsan bawer nabin
 
Li gorî daneyên NY'ê li Meksîkayê her roj 9 jin tên kuştin. Sûcên zayendî jî gelekên wan nayên qeydkirin, ji ber ku jin dibêjin em bi polsan  bawer nabin serlêdana sûc nakin.
 
Li Îngilistanê û li Gallerê di du salên dawîn de bi giştî 60 bûyerên tecawizê ji polîsan re hatin ragihandin. Li Meksîkayê tenê di salekê de li gorî qeyda polîsan 9 hezar bûyerên tecwazê hatine jîyîn.