Pirsgirêka 147 penaberên li keştiya Open Armsê hat çareserkirin

  • 09:13 16 Tebax 2019
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Biryar hat wergirtin ku 147 penaberên ku di keştiya Open Armsê de li Derya Spî beriya du hefteyan hatin rizgarkirin dê li 6 welatan bên bicihkirin. 
 
Gelek penaberên ku ji Lîbyayê bi rê ketibûn ji aliyê keştiya saziya alîkariya însanî ya bi navê Open Arms ve hatibûn rizgarkirin. Lê belê ji ber astengiya Wezîrê Karên Hundir ê rastgiriya tund Matteo Salvînî destûr nehatibû dayin ku penaber xwe bigihînin peravên Îtalyayê.
 
Mijar du hefte ne di nava welatên Yekîtiya Ewropayê de tê nîqaş kirin. Salvînî jî ev yek ji bo têkbirina koalîsyonê û wergirtina biryara hilbijartina pêşwext kir hincet. Ji bo mijara Open Armsê çareyek hat peydakirin. Serokwezîrê Îtalyayê Gîûseppe Conte ragihand ku 147 penaberên li keştiyê wê di nava 6 welatan de bên parvekirin.
 
Conte diyar kir ku peymana der barê mijarê de, di navbera Îtalya, Fransa, Elmanya, Spanya, Portekîz, Romanya û Luksembûrgê de hatiye amadekirin. Gîûseppe destnîşan kir ku biryar ji bo welatên din ên Ewropayê 'destê xwe dirêjî Îtalyayê bikin' biryareke bi mînake.