Salê 3 hezar kes ji ber madeyên hişberê jiyana xwe ji dest didin

  • 12:04 15 Tebax 2019
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN -  Li Îranê rêjeya bikaranîna madeyên hişberê zêde bûye û di nav saleke de 3 hezar kes ji ber bikaranîna madeyên hişberê jiyana xwe ji dest dane. Di nav 4 salên borî de rêjeya bikaranîna madeyên hişber ji sedî 5 zêde bûye. 
 
Îran bi riyên cuda madeyên hişber di ser  Afganistanê re ji bo Ewropa û Amerîkayê dişîne. Bi giştî ji sedê 80 madeyên hişber li Afganistanê tên hilberandin û bi riya Îranê derbasî welatên din tên kirin. Ji ber hevsînoriya li gel Afganistanê û siyaseta şerê taybet a dewletê li Îranê bi berfirehî û erzan madeyên hişber dikeve destê ciwanan. Ji ber vê siyasetê, salene bi hezaran ciwan tûşî madeyên hişber dibin û dibin qurbanî. 
 
Serokê Rêxistina Têkoşîna Dijî Madeyên Hişber a Îranê Eskender Muimî ji medya Îranê re aşkere kir ku di nav 4 salên borî de rêjeya bikaranîna madeyên hişber ji sedî 5 zêde bûye. Eskender, destnîşan kir ku li Îranê salane 3 hezar kes ji ber bikaranîna madeyên hişber dimirin.
 
Di vê çarçoveyê de Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihandibû ku par rêjeya hilberîna madeyê hişber li cîhanê 6 hezar û 500 ton zêde bûye.