Li Hindistanê lêhî: 209 kes jiyana xwe ji dest da

  • 15:03 14 Tebax 2019
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hindistanê li eyaleta Kerala ji bo lêhiyê hişyarî hat dayîn, heta niha ji ber lêhiyê 209 kes jiyana xwe ji dest da.
 
Li Hindistanê ji ber barana Musonê lêhî rabû û heta niha 209 kes mirin. Li Eyaleta Kerala jî ji nû ve hişyariya lêhiyê hat dayîn. Tê payîn ku di nava 24 û 48 saetan de li herêmê bareneke zêde bibare. Rayedaran heta niha 1.2 mîlyon mirov tehliye kirine.
 
Li Eyaleta Kerala ji ber lêhiyê di şevekê de 95 kes mir û 59 kes jî winda ne. Li eyaleta Karnataka ya cîranê Kerala jî 48 kes mir û 1677 kes jî hatin tehliyekirin. Televîzyona xwecihî ragihand ku li eyaletên Gûjarat û Maharashtrayê 66 kes miri ne. Li van eyaletan bi giştî 1.2 mîlyon kes hatin tehliyekirin. 
 
Li Hindistanê di sala 2018’an de ji ber baranên Musanê di lêhiyan de 450 kes jiyana xwe ji dest dabû.