Li Maliyê di encama şer de 150 zarok jiyana xwe ji dest da

  • 10:24 14 Tebax 2019
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daxuyaniya UNICEF'ê li Maliyê ku welatekî li rojavayê Afrîkayê ye, di şer û êrîşên îsal de zêdeyî 150 zarokan jiyana xwe ji dest dan. Di êrîşên meha destpêkê yên vê salê de jî 75 zarok birîndar bûn.
 
Li welatê Malî ku ji sala 2012'an û vir ve bi êrîşên komên El Qaîde û DAÎŞ'ê re rûbirû dimînin. Tenê îsal bi sedan zarok bûn qurbaniyên êrîşan. Nêzî 400 hezar zarok li herêmên ku şer lê diqewimin di rewşeke metirsîdar de ne. Li gorî daxuyaniya Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), li Malî ku welatekî li rojavayê Afrîkayê ye, di şer û êrîşên vê salê de zêdeyî 150 zarokan jiyana xwe ji dest dan. Di êrîşên meha destpêkê yên vê salê de jî 75 zarok birîndar bûn.
 
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku zarok di şer de tên bikaranîn û li gorî heman dema sala derbasbûyî hejmara zarokên ku ew kirine leşker bi du qatî zêde bûye. Her wiha ji ber pirsgirêka ewlekariyê derdora 900 dibistan hîn jî girtî ne.
 
UNICEF'ê diyar kir ku ji ber pirsgirêka ewlekariyê ya ji ber şer, bûyerên sinetkirina jinê, sirgûn û revandin zêde bûne.  UNICEF'ê diyar kir ku ji bo 377 hezar zarokên li herêmê divê tedbîrên parastinê bi lezgînî bên wergirtin û ji bo vê jî pêwîstî bi foneke ji milyonan dolarî heye.
 
Di 9'ê Hezîranê de di êrîşeke ser gundekî de 22 zarokan jiyana xwe ji dest dabûn.