Afrîkaya Başûr ji bo jinan wekî cihê herî bi xeter tê dîtin

  • 13:03 5 Tebax 2019
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Efrîkaya Başûr ji bo jinan li cîhanê yek ji welatên herî xeter e.
 
Rojnameya The Citizen a Johannesburgê ragihand, "Li gorî statîstîkên dawî her roj herî kêm sê jin ji ber tundiya hevjînê xwe jiyana xwe ji dest didin. Ev yek jî nîşan dide ku tundiya zayendî gihîştiye asteke xeter."
 
Li gorî rojnameyê tundiya li jin û zarokan di deh salên dawî de zêde bû. Li Efrîkaya Başûr rêjeya kuştina jinan li gorî rêjeya nîvekê ya cîhan bi pênc qatî zêde ye.
 
Li gorî rapora salane ya South African Board for People Practices (SABPP), her yek ji pênc jinên Efrîkaya Başûr mexdûrên tundiya fîzîkî ne. Li herêmên ku hatineya wan kêm e her yek ji sê jinan mexdûrên tundiya fîzîkî ne.