Li Erebistana Siûdiyê jin cara yekem wê ajovaniyê bikin

  • 11:13 2 Tebax 2019
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Cara yekê li Erebistana Siûdiyê wê jin bêyî ku mêrek li gel wan be bikaribin ajoavaniyê bikin û pasaportekê ji bo xwe bigirin.
 
Li Erebistana Siûdiyê têkoşîna ku jin ji bo mafê xwe didin berdewam dike. Jinên ku bi têkoşîna xwe gelek maf bi dest xistin, wê êdî bikaribin bêyî ku mêrek li gel wan be ajovaniyê bikin. Di biryarnameya ku ji aliyê malbata kraliyetê ve hat weşandin de, hat diyarkirin ku jin ji bo ku pasaportê bigirin wê êdî ji xizmê xwe yê mêr destûrê negirin.
 
 Jinên ku temenê wan bibe 21 yek wê bikaribin bi serê xwe ji bo pasaportê serlêdanê bikin, bêyî ku mêrek li gel wan be wê bikaribin wesayitê bikar bînin û ajovaniyê bikin.  Hrwiha di biryarnameyê de tê destnîankirin ku wê jin bikaribin tevli jiyana kar û xebatê jî bibin.