Li Kabîlê êrîş: 20 kes mirin

  • 13:35 29 Tîrmeh 2019
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Hikûmeta Afganistanê derbarê êrîşa ku duh pêk hati de da zanîn ku di encama êrîşê de 20 kes mir û 50 kes jî birîndar bûn. 
 
Buroya namzetê nûnertiya cîgirê serokê Afganistanê ya Kabîlê duh rastî êrîşekê hat, di encamê de Emir Ellah Salih ê ku ji bo nûnertiya cîgiriya serok xwe hilbijart, birîndar bû, her wiha 20 kes mirin û 50 kesên din jî birîndar bûn.
 
Li gorî Skynewsê, Wezareta Hundirîn diyar kir ku piştî ku xwekujekî pêk hat, hêzên afgan 3 çekdarên ku girtin ser buroya Salih ku ji 4 qatan pêk tê, kuştin. Berdevkê Wezareta Hundirîn got operasyonê 6 saetan dewam kir û tê de 150 sivîl hatin rizgarkirin.
 
Tê payîn ku hilbijartinên serokatiyê di 28`ê îlonê de bên lidarxistin, lê rewşa welat di hemû aliyan de ji ber êrîşên rojane yên tevgera Talîban û çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî hêz, karmandên hikûmetê û sivîlan ne aram e.