Keştiya penaberan noqî binê avê bû: 150 penaberan jiyana xwe ji dest da

  • 10:31 26 Tîrmeh 2019
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Di navbera Lîbya û Îtalyayê de keştiyê ku penaber tê de bûn noqî binê avê bûn û 150 penaberan jiyana xwe ji dest da. 
 
Li gorî daxuyaniya berdevkê Komîsertiya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî keştiya ku 300 penaber lê heyî ji Lîbyayê bi rê ketin û noqî binê avê bûn tenê 15O penaber hatin rizgarkirin û 150 penaber jî jiyana xwe ji dest dan. Hat ragihandin ku keştî li peravên bajarê Khomsê noqî binê avê bûne.