Keştiya penaberan noqî binê avê bû: 150 penaberan jiyana xwe ji dest da 2019-07-26 10:31:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Di navbera Lîbya û Îtalyayê de keştiyê ku penaber tê de bûn noqî binê avê bûn û 150 penaberan jiyana xwe ji dest da.    Li gorî daxuyaniya berdevkê Komîsertiya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî keştiya ku 300 penaber lê heyî ji Lîbyayê bi rê ketin û noqî binê avê bûn tenê 15O penaber hatin rizgarkirin û 150 penaber jî jiyana xwe ji dest dan. Hat ragihandin ku keştî li peravên bajarê Khomsê noqî binê avê bûne.