Mêrê ku îstismara zayendî kir serbest hat berdan

  • 10:44 23 Çile 2019
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Parîsê mêrê bi navê Chris Brown ê ku stranên repê dibêje ji ber îstismara zayendî li jinekê kiriye hatibû binçavkirin. 
 
Li Parîsê mêrê bi navê Chris Brown ê ku stranên repê dibêje û ji Amerikayê ye ji ber îstismara zayendî li jinekê kiriye hatibû binçavkirin. Li gor daxuyaniya dozgeriya Parîsê hat gotin ku Chris sûcdariyên derbarê xwe de red kiriye û kefalet jî nedaye. Hat diyarkirin ku lêpirsîna ji bo Cihris didome. 
 
Piştî îfadeyê Cihris Brown serbest hat berdan.