Mêrê ku îstismara zayendî kir serbest hat berdan 2019-01-23 10:44:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Parîsê mêrê bi navê Chris Brown ê ku stranên repê dibêje ji ber îstismara zayendî li jinekê kiriye hatibû binçavkirin.    Li Parîsê mêrê bi navê Chris Brown ê ku stranên repê dibêje û ji Amerikayê ye ji ber îstismara zayendî li jinekê kiriye hatibû binçavkirin. Li gor daxuyaniya dozgeriya Parîsê hat gotin ku Chris sûcdariyên derbarê xwe de red kiriye û kefalet jî nedaye. Hat diyarkirin ku lêpirsîna ji bo Cihris didome.    Piştî îfadeyê Cihris Brown serbest hat berdan.