Navenda Çandê ya Amûdê perwerdeya şanogeriya zarokan vekir 2024-09-26 09:47:51     NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Çand û Hunerê ya Amûdê perwerdeya şanoyê ji bo zarokan vekir.   Ji nêzî 20 rojan ve perwerdeyê li Navenda Çand û Hunerê ya Amûdê dest pê kiriye. 10 zarokên ji 5 saliyê heta 14 saliyê beşdarî perwerdeyê bûne.   Di perwerdeyê de heftane 3 ders tên dayîn, her dersek jî saetek û nîv e. Mamosteyê pispor ê ku dersan dide jî Dilovan Kêfo ye.   Zarok li ser şanoya "Melîket El Nezafe Wel Qazûrat" a Dilovan Kêfo perwerde dibin. Ev jî şanoyeke zarokan a li ser girîngiya paqijiyê ye.