Di roja 2'yemîn a mîhrîcanê de panel hat lidarxistin

  • 16:34 26 Tîrmeh 2024
  • Çand û Huner
 
DÊRSIM - Hevberdevka Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê Yuksel Mutlu di panela “Baweriya elewîtiyê û pirsgirêkên rojane” de axivî Yukselê bal kişand ser wekheviya jin û mêr a li cemxaneyan û got, " Divê elewî li dijî newekhevî û pişanvtinê têbikoşin. " 
 
22’yemîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Dêrsimê ku bi pêşegntiya Şaredariya Dêrsimê û Federasyona Komeleyên Dêrsimê (DEDEF) ve tê lidarxistin, di roja duyemîn de bi çalakiyên cuda didome. Mîhrîcan, bi dirûşma “Em ê destûrê nedin xespkirina xweza û îradeya me” tê lidarxistin. Di roja duyemîn de panela “Baweriya elewîtiyê û pirsgirêkên rojane” hat lidarxistin. Moderatoriya panelê ji hêla Alî Ekber Kaya ve hate kirin û Hevserokê Giştî yê DAD’ê Zeynel Kete, nivîskar Abbas Tan, Hevserokê Giştî yê Federasyona Elewî Bektaşî (ABF) Mûstafa Aslan û Hevberdevka Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê Yuksel Mutlu axivîn. 
 
Zeynel, diyar kir ku ziman hebûna wan e û wiha domand: “Mirovê bêziman dimîne bêîman dibe, yê bêdîrok dimîne jî bêçand dimîne." Zeyenel, anî ziman ku kesên ji bawerî û dîroka xwe qut dibin zûtir asîmîle dibin û wiha bal kişand ser gotina dayikekê ya “Em avê li agir nareşînin, ji ber ku li gorî me canê agir jî heye”: “Lê ev erdnîgarî ji serî heta binî tevek hate şewitandin. Rûspiyên ve xakê avêtin firinan. Di salên berê de pîrên yarsanî hatin vê derê. Ji wan yekî ji berîka xwe maskeyek derxist. Min jê re got ‘çima.’ Got; ‘bila nefesa min vê derê qirêjî neke.’ Ewqas pîroz di dît. Elewîtiyê cudahî qebûl kiriye û çek qebûl nekiriye. Ev jî dewlemendiyeke cuda ye. Ji xwe re, ji xweza û kaînatê re bibe yar. Kes, ji ewil bi xwe re, piştre bi malbata xwe re, bi cîran, xak û gerdûnê re têkiliyê datîne. Vê baweriyê, çanda bi hezaran salan gihand roja me, baweriyeke komunal e.” 
 
'Pişavtin pirsgirêka herî mezin e'
 
Yuksel Mutlu jî da zanîn ku ji serdema osmaniyan heta roja me elewiyan gelek pirsgirêk jiyane. Yukselê, wiha domand: “Pirsgirêka herî mezin a elewiyan, pişaftin e. Beşekê vê pişaftinê, oto-asîmîlasyon e. Beşekê wê jî sedema xwe dewlet e. Heke em li dijî vê ne têkoşin, ji bilî rakirina cenazeyan a li cemxaneyan em ê nekarin bi tu awayî pêş bikevin. Yek ji mijara herî zêde divê elewî li dijî wê têbikoşin, asîmîlasyon e. Sedema avakirina Serokatiya Cemxaneyê ya ji hêla Wezareta Çandê, pişaftin e. Ji sedî 90’î vî bajarî kurdên elewî ne. Divê rê nedin pişaftinê.” 
 
Têkoşîn divê 
 
Serokê Giştî yê ABF’ê Mûstafa Aslan jî got ku elewî ji bo baweriya xwe têdikoşin.  Mustafa, destnîşan kir ku têkoşîna li dijî zîhniyeta înkarger zehmet e lê divê elewî têbikoşin. Mustafa, anî ziman ku têkoşîna hiqûqî ya li dijî zîhniyeta elewiyan tune dihesibîne jî kêm e û got ku Serokatiya Cemxaneyê xizmetê ji pişaftinê re dike û da zanîn ku divê li dijî vê saziyê têbikoşin." 
 
‘Rêya tekoşînê xwebirêxistinkirin'
 
Nivîskar Abbas Tan jî bi lêv kir ku ev 30 sal in têdikoşin lê ji sedî yekî elewiyan jî endamên saziyên elewiyan nînin û wiha got“Elewî, di vê mijarê de bi zexta dewletê nêzî saziyan nabein. Dewlet, cemxaneyan weke perestgeh û elewîtiyê jî weke bawerî qebûl nake. Lê em ê têbikoşin. Tekane rêya têkoşînê jî xwebirêxistinkirin e. Ji hêla baweriyê ve divê têkoşîneke xurt were dayîn.” 
 
Panel, bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû.