Pêşengeha 'Şoreşa jin bi hunerê dixemile' li Qamişlo hat vekirin

  • 14:07 16 Mijdar 2023
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya rêzeçalakiyên 25’ê Mijdarê de Tevgera Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşengeheke wêneyan di bin dirûşma “Şoreşa jin bi hunerê dixemile” vekir.
 
Di çarçoveya rêzeçalakiyên 25'ê Mijdarê de îro ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn ve pêşangeheke tabloyan li ser asta herêma Cizîrê di bin dirûşma “Şoreşa jin bi hunerê dixemile” li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdarbûna 30 şêwekaran ku bi 45 tablo pêşkêş kirin, li dar xist.
 
Rêvebera Tevgera Hîlala Zêrîn a Katona Qamişloyê Rûken Mihemed da zanîn ku ev pêşengeh diyarî ye ji bo xeyala Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a berdewamiya têkoşîna jinan û wiha pê de çû: “Hemleya Azadiya fizîkî ya Rêber Apo hat destpêkirin. Li ser gotina Rêber Apo ya “Xeta azadiya têkoşîna jinan a ku min ji bo jin neqişandibû min di nîvî de hişt êdî gerek ev fikir bi azadiya têkoşîna jinan were berdewamkirin” ji bo wê soza gotina Rêber Apo me xwest ku em bi wêneyên têkoşîna jinan ve girêdayî  û berxwedaniya jinan bidin nasîn bidin pêşandan.”
 
Rûken Mihemed destnîşan kir ku ev tablo dê bibin malê dîrokê û wiha bi dawî kir: “Li ser vî esasî 45 wêne ku ji hunermendên Kantona Qamişlo û Hesekê hatibûn sazkirin, em îro wan pêşkêş dikin. Ev pêşengeh xeta azadiya jinan dide nîşandan, berxwedana ku li vir hatiya kirin û nirxên ku hatiya parastin. Lewma ev wêne wê bibin malên dîrokê. Di her welatî de şoreşa wan bi tabloyekê tê naskirin, me jî xwest em îro her tabloya ku bi hunera jinan hatiya çêkirin, şoreşa jinan nîşan dide pêşan bidin. Ev têkoşîna azadiya jinan wê were berdewamkirin, heta azadiya fizîkî ya Rêber Apo.”