'Li dijî qirkirina çandî divê alternatîf bên afirandin'

  • 09:01 16 Mijdar 2023
  • Çand û Huner
 
 
ÊLIH - Xebatkara Navenda Çanda Bahar Çîçek Çelîk diyar kir ku li Kurdistanê li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê divê alternatîf bên avakirin û wiha anî ziman: “Ji bo jiyankirina çand û zimanê xwe divê em li her qadê xebatan bimeşînin.”
 
Desthilatdarî ji bo modela civaka yek tîp biafirîne serî li her rê dide û bi taybet jî asimilasyona çandî pêk tîne. Desthilatdarî bi ‘mîhrîcanên çandî’ xebatên asîmîlasyondê dide meşandin. Li dijî van gelê Kurd têkoşîna xwe didomîne. Xebatkara Navenda Çanda Bahar a Êlihê Çîçek Çelîk armanca asîmîlasyon û berxwedana li dijî vê nirxand.
 
Çîçekê daxuyakirin ku seranserê dîrokê de li hember Kurdan qirkirina çandî û asîmîlasyon pêk hatiye û wiha dirêjî daye: “Yek ji van êrîşan jî êrîşa li hember qada çand û ziman e.Em hewl didin di qada çandî de têbikoşin û kedê bidin. Armanca me eve ku em li dijî ferasta desthilatdariyê alternatîfê ava bikin.”
 
Pratîkên desthilatdariyê
 
Çîçekê her wiha bi lêv kir ku desthilatdarî di esasa berjewendiyên xwe de xebatan dimeşîne û di mijara asîmîlasyonê de pratîkên dûrû dimeşîne û got: “Li aliyekî desthilatdariyê bi destê xwe TRT6 vekiriye. Qaşo li wir Kurdî diaxivin û zimanê me didin belavkirin. Nêrîna ‘em ligel Kurdane’ diafirînin. Lê bi armanca piştgiriya Kurdan dengên Kurdan bigirin ew kanal hatiye vekirin. Gelek hevalên me yên şanoya Kurdî, staranên Kurdî gotine niha girtîne.”
 
‘Bi qeyûman xebatên çandî hedef girtin’
 
Çîçekê destnîşan kir ku desthilatdariyê bi tayînkirina qeyûman re êrîşê nasnameya Gelê Kurd kiriye û wiha bi lêv kir: “Sedema qeyûman qirkirina çandî bû. Beriya qeyûm bên tayînkirin gelek bernameyên çandî dihatin kirin. Civak tevli bernameyên me dibûn. Lê bi qeyûman xebatên çandî hedef hatin girtin. Kurdî hat qedexekirin.  Dema kesek zimanê xwe bizanibe cîhana xwe dikare ava bike. Dema kesek dîroka xwe bizanibe dikare rê bibe jiyana xwe. Demek nêz de sedsaliya Komarê hat avakirin. Piranî Kuran ev pîroz kir. Sedema vê jî qirkirina çandî û asîmîlasyone.”
 
‘Tehemula deshtilatdariyê ji Kurdan re tuneye’
 
Çîçekê daxuyakirin ku tehemula deshtilatdariyê ji Kurdan re tuneye û wiha vegot: “Kîna li dijî ziman bi daxistina tabelayên Kurdî xwe nîşan didan. Di bin hişê wan de tiştên cuda hene. Tenê tabelaya Kurdî wan nerehet nake. Tehemula wan li dijî Gelê Kurd tuneye.”
 
‘Divê alternatîf bên afirandin’
 
Çîçekê wiha dawî lê anî: “Ciwan gelek ji polîtîkayên asîmîlasyonê bi bandor dibin. Li dijî vê divê alternatîf bên avakirin. Divê em kanalên xwe ava bikin û saziyên xwe zêde bikin. Em rê nedin ber ciwanan ew ciwan bê biçin riya deshtilatdariyê. Dê û bav di vir de xwedî rolek girîngin. Divê zarok zimanê xwe fêr bibin. Tunebûna çand û ziman tunebûna civakê ye. Divê Kurd xwedî li ziman û çanda xwe derkevin.”