Li Zurîchê Mîhrîcana Fîlmên Kurd dest pê kir

  • 12:48 15 Mijdar 2023
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Zurîch ê Swîsreyê Mîhrîcana Fîlmên Kurd dest pê kir. Komîteya amadekar a çalakiyê ragihand ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdistanê ya bi Peymana Lozanê hatiye parçekirin, hewl didin qadeke çalak biafirînin.
 
Mîhrîcana Fîlmên Kurd ku ji aliyê Populaire  Film Clup, Komîteya Rojava ya Zurîchê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Zurîchê û Meclîsa Jinê ya Bêrîtan a Zurîchê li bajarê Zurîch ê Swîsreyê pêk tê, bi nîşandana fîlmê "Nanê Pîroz" ê derhêner Rahîm Zahîbî û fîlmê Dartaş ê derhêner Xelîl Sehrager dest pê kir. Çalakî ji ber salvegera 100'emîn a parçekirina Kurdistanê tê lidarxistin û wê mehekê dewam bike.
 
Di daxuyaniyê de işaret bi komkujî û qirkirina di nava 100 salî de li Kurdan, Ereban, Suryaniyan, Keldaniyan, Ermenan, Çerkes û Êzidiyan hatin kirin û hate gotin ku armanca şeş dokûmanterên hatine hilbijartin, nîşandana rewşa dîrokî û heyî ye.
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Mijara hevpar a vê meha fîlman ew e ku fîlman bikin yek û bi vî rengî sînoran ji holê rakin. Ji her herêmê wê fîlmek bê hilbijartin. Di mîhrîcanê de wê fîlmên derhênerên kurd ên li ser çand, berxwedan, femînîzm û antî faşîzmê bêne nîşandan."
 
Di çarçoveya Mîhrîcanê de wê fîlmên; Nanê Pîroz, Dartaş, Sara-Jiyana min timî şer bû, My Paradîse ya li ser şoreşa Rojava, Bîr û Şêro Hinde, Love in the Face of Gencîde ya li ser Şengal û Êzidiyan bêne nîşandan.
 
Her wiha derhênerên fîlman jî wê bi beşdaran re li ser fîlmê xwe biaxivin.