'Wê bi pêşxistina hunerê, jinên ciwan faşîzmê têk bibin'

  • 09:14 14 Mijdar 2023
  • Çand û Huner
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Jinên tevlî 4'emîn Mîhrîcana Pakrewan Stêrvan a li Helebê bûn, diyar kirin ku armanca wan ew e ku bi mîhrîcanên bi vî rengî, zêdetir çanda jinên ciwan xurt bibe û wiha gotin:" Wê bi pêşxistina hunerê, jinên ciwan faşîzmê têk bibin."
 
4'emîn Mîhrîcana Pakrewan Stêrvan, bi dirûşma "Jin jiyan azadî serbixwe azadî" li Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê hat lidarxistin. Mîhrîcanê du rojan dewam kir. Komên stran, govend û 8 tîmên werzîşê tevlî mîhrîcanê bûn. Endama Koordînasyona Yekîtiya Jinên Ciwan a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, Hêva Bekir û ji Rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Herêma Efrînê, Zelal Ebdo têkildarî mîhrîcanê axivîn. 
 
'Jinên ciwan cihê xwe di vê mîhrîcanê de girtin'
 
Endama Koordînasyona Yekîtiya Jinên Ciwan a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, Hêva Bekir ji ajansa me re derbarê lidarxistina mîhrîcanê de wiha got:" Me weke Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Heleb û Şehbayê çaremîn Mîhrîca Pakrewan Stêrvan li dar xist. Ev yek jî ji bo me şansek mezin e ku di rewşek wisa de me karîbû mîhrîcana xwe li dar bixe. Jinên ciwan cihê xwe di vê mîhrîcanê de girtin. Rengê jinê derket pêş. Ev yek jî ji bo şansek e."
 
'Armanca me ew e ku zêdetir çanda jinên ciwan xurt bibe'
 
Di dawiya axaftina xwe de Hêvayê ev mîhrîcan li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha lê zêde kir:" Em mîhrîcana xwe li xwedîyê felesefeya azadiyê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li malbata pakrewan Stêrvan pîroz dikin. Armanca me ew e  ku em hunera jinan di milê çandî, werzîşî û hunerî de pêş bixin û zêdetir çanda jinên ciwan xurt bikin. Em gelek şanaz in ku hejmarek baş ji jinên ciwan tevlî vê mîhrîcanê bûn."
 
'Faşîzim her ciwanan dike hedefa xwe'
 
Di heman demê de jî ji Rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Herêma Efrînê, Zelal Ebdo jî ji ajansa me re armanca lidarxistina mîhrîcanê nirxand û got :"Mîhrîcana me du rojan hat lidarxistin. Roja yekem a werzîşî û ya duyem a hunerî û çandî bû. Ji ber her faşîzim êrîşî dînamîka civakê dike loma jî divê ciwan bihêztir bin. Ji ber ev dînamîk ciwan in. Ji bo vê dînamîzmê ji holê rakin berê xwe didin ciwanan, pêşengên jin hedef digirin. Bi vê re dixwazin, jinên ciwan gavê bi paş de biavêjin."
 
'Yên ku barê vê şoreşê radikin jinên ciwan in' 
 
Di dawiyê de Zelalê da diyarkirin ku têkoşîna jinên ciwan wê heta têkbirina faşîzmê her dewam bike  û wiha nirxandin kir:"Desthilatdar her daxwaza wan ew e ku bi faşîzmê, erk û rola jinan têk bibin. Bi taybet jinên ciwan ên ku îro barê vê şoreşê hilgirin ser milên xwe, dibin hedef. Yek ji mînaka vê jî hedefgirtina şehîd Vejîn bû. Jinên ciwan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatê dikin, hedef tên nîşandan. Em di kesayeta pakrewan Vejîn de, tevahî pakrewanên doza azadiyê bi bîr tînin û ji bo xwedîderketina li ked û têkoşîna pakrewanên xwe em ê bê sekin xebata xwe bidin dewamkirin. Her çiqas dijmin bixwaze vîna me binpê bike jî em ê her têkoşîna xwe mezintir bikin."