Xelata lîstikvaniya herî baş çawan Xelîl girt

  • 13:15 12 Mijdar 2023
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çawan Xelîl di 4'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Navneteweyî ya li Bexdayê de xelata lîstikvaniya herî baş girt.
 
4emîn Mîhrîcana Şanoya Navneteweyî li Bexdayê hat lidarxistin. Di mîhrîcana ku duh hat lidarxistin de, lîstikvana Kurd Çawan Xelîl bi lîstika xwe ya "Belê, jinbûn zehmet e" de hêjayî xelata baştirîn lîstikvaniyê hat dîtin.
 
'Min êşa jinan nîşan da'
 
Çawan ku xelata xwe girt di axaftina xwe de wiha got: “Ez gelek kêfxweş im. Ji ber ku min  êşa jinan bi şanoyeke li Bexdayê nîşan dayê. "Êşa ku min jiyabû hişt ku ez vê xelatê bigirim,"