Mîhrîcana Huner û Wêjeya Jinê ya Tebqayê bi dawî bû

  • 18:30 5 Mijdar 2023
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Jinan a Komîteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Mîhrîcana Huner û Wêjeya Jinê li Tebqayê li dar xist.
 
Mihrîcan bi dirûşma "Jina azad giyana jiyanê ye" li ser dika Şehîd Musene Ebdulkerîm a Tebqayê li dar ket. Di mîhrîcanê de bi sedan şêniyên bajêr, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, nivîsgeh û komîteyên wê, rêxistinên jinan û ciwanan, endamên Partiya Sûriya Pêşerojê û şandeyeke ji Reqayê beşdar bûn.
 
Di serî de beşdar li hola tabloyên hunera şêwekariyê yên li ser berxwedana jinên azad hatine pêşandan geriyan, piştre hevseroka Komîteya Çand û Hunerê Nûrelhuda axivî û got: "Tevî hemû zehmetiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lê dîsa jî Komîteya Çand û Hunerê destekê dide van çalakiyan û derfetê li pêşiya jinên Sûriyeyî vedike da ku çanda xwe pêş bixin û biparêzin."
 
Hevseroka Meclisa Qanûnsaz Huda El Ewan li ser navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê destnîşan kir ku jinên Sûriyeyî bi rêya pêşkêşkirina çanda xwe li hember hemû pergalên kapîtalîst li ber xwe da û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jinên têkoşer û berxwedêr têk birin. Huda El Ewan wiha domand: "Jinan pêşengtiya rêvebirina civakê kir û di encamê de destkeftî di Şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi dest xistin."
 
Rêvebera Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Semîra El Hebeş soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan da. Semîra El Hebeş ev tişt anî ziman: "Divê jin ji bo ku xwe bigihînin hemû jinan û wan rizgar bikin zêdetir bixebitin û rola xwe ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, lê belê li seranserî cîhanê geş bikin."
 
Piştre, hunermend Yasmîn El Mihemed, Evîn Bîlal, Nesrîn Botan, Rûken Reşîd û Zîlan El Ebdullah stran gotin û helbest ji aliyê Meryem Şerîf ve hatin xwendin. Her wiha govendên folklorî ji aliyê komên El Curniye û ya Zêran a Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan ve hatin pêşkêşkirin..
 
Di dawiya festîvalê de Nivîsgeha Jin a Navenda Çand û Hunerê beşdar xelat kirin.