Fîlmê ‘Gava Şitil Mezin Dibin’ xelata ‘Fîlmê Herî Baş’ wergirt

  • 12:58 30 Cotmeh 2023
  • Çand û Huner
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Fîlmê "Gava Şitil Mezin Dibin" ku li Rojava hatiye kişandin, di du festîvalên cuda yên fîlman de ku roja Şemiyê li Lugano û Bangkokê hatin lidarxistin, xelata "Fîlmê Herî Baş" wergirt.
 
Di 10’emîn Festîvala Fîlman a Mafên Mirovan a Luganoyê (Swîsre) de "Xelata Fîlmê Herî Baş û Mafên Mirovan a 2023’yan" ji bo fîlmê "Gava Şitil Mezin Dibin" ku li Rojava hatiye kişandin hate dayîn.
 
Jûriya Festîvalê der barê fîlmê de ev daxuyanî da: "Fîlmek ku bi derfetên kêm lê bi baweriya teqez bi hêza cewherî ya sînemayê hatiye çêkirin. Fîlm çîrokeke ji rêzê û nayê texmînkirin bi dilxwaziyeke mezin pêşkêş dike û dem û derfetê dide temaşevanan ku karibin li ser rastiya pê re rû bi rû maye fikire, bendewariyên me timî zêde dike. Ev fîlma ku rêwîtiya bav û keça wî ya li herêmeke ku piştî salên dirêj ên şer û wêraniyê dişopîne, bi rêbaza xwe ya li hemberî rastiya însanî û sosyo-aborî ya Rojava ya hemdem, bi berhevhanîneke zirav re vegotina neo-realîst îfade dike. Bêyî ku em xwe bigirin, rasterast dikeve dilê mirov."
 
Merasîma xelatdayînê roja Şemiyê hat lidarxistin. Derhênerê fîlm Rêger Azad Kaya ji ber şert û mercên şer û zehmetiyan nikarîbû were Luganoyê.
 
Her wiha peyama bi vîdeoyê ku Rêger Azad Kaya şandibû jî hate nîşandan. 
 
Li Bangkokê jî xelat stendin
 
Fîlmê ‘Gava Şitil Mezin Dibin’ roja şemiya borî di "Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Bangkokê" ku mezintirîn festîvala navneteweyî ya fîlman li başûrê rojhilatê Asyayê ye xelata "Fîlmê Herî Baş" wergirt.
 
Navnasa film
 
Nav: Gava Şitil Mezin Dibin
 
Cih: Rojava / 2022 / 83 deqîqe
 
Derhêner: Rêger Azad Kaya
 
Ziman: Kurdî
 
Lîstikvan: Ahmet Arîf Hecano, Sîba Mihemed Elî, Mistefa Mihemmed Elî
 
Armanca festîvalê
 
10’emîn Festîvala Fîlman a Mafên Mirovan a Luganoyê di navbera 19-29 Cotmeha 2023’yan de pêk hat. Festîval bi armanca bilindkirina hişmendiyê li ser girîngiya mafên mirovan e. Bi vê boneyê bi temaya “Mafên Mirovan” deh rojan nîqaş û nîşandana fîlman hatin lidarxistin. Komîteya Festîvalê li ser çima festîvaleke bi temaya mafên mirovan lidar dixin de ev daxuyanî da: “Armanca me ya sereke ew e ku em girîngiya mafên mirovan ji aliyê raya giştî ya berfireh ve bidin naskirin, binpêkirina mafên mirovan şermezar bikin û cih ji van mafan re bê vekirin ku hurmetê nîşanî van mafan bidin, destekê bidin kampanyayên ku ji bo rûmeta mirovahiyê dixebitin û diyarker in. Ji bo em nîşan bidin bê ka sînema çawa bi domdarî cihê şahidiyê û derfeteke ji bo fikirandinê ye, me cih da filman û pêşbirka filmên metrajdirêj a navneteweyî li dar xistin."