Jinên kurd li 19'emîn Mîhrîcana Helbestê ya Baselê qala binpêkirinan kirin

  • 12:17 8 Gulan 2023
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di 19'emîn Mîhrîcana Helbestê ya Enteransyonel a Baselê de jinên kurd ên helbestkar Meral Şimşek û Sultan Yaray ên ji warê nûnertiya jinên kurd de tevlî bernameyê bûn bal kişandin ser binpêkirina mafên jinên kurd û têkoşîna ku didin. 
 
19'emîn Mîhrîcana Helbestê ya Enteransyonel a Baselê ya Swîsreyê hat lidarxistin. Jinên kurd ên helbestkar Meral Şimşek û Sultan Yaray ji warê nûnertiya jinên kurd de tevlî bernameyê bûn. Di bernameyê de li ser mijarên mîna "Cihê kurdan ên di wêjeyê de","Girîngiya têkoşînê ya di helbestên jinan de","Girîngiya têkiliya polîtîka û helbestê ya ji bo kurdan","Nivîsandina bi zimanekî qedexe","Jinên kurd ên di dîrokê de helbest nivîsandine" hat sekinandin.
 
Sultan Yaray û Meral Şimşek di mîhrîcanê de bal kişandin ser Sirgunî û zindanîbûnê, nivîsandina di bin şert û mercên koçberiyê de, temaya helbestên kurdî û binpêkirina mafên jinan a li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê. Di bernameyê de helbestên kurdî yên wergera wê ya Elmanî jî hatibûn kirin, hatin xwendin û bi beşdariyeke xurt eleqe ji bo vê bernameyê hat nîşandan. Di bernameyê de hinek beşdar hestiyar bûn û hêsirên wan hatin xwarê. Bername qediya şûnde helbestkarên jin ên kurd ji aliyê beşdaran ve hatin hembêzkirin.