Koma Sorjiyan bi armanca piştevaniyê konser da

  • 09:07 9 Nîsan 2023
  • Çand û Huner
 
WAN - Koma Sorjiyan di çarçoveya komxebata “Rojên Muzîkê yên Aryenê” de derket ser dikê û guhdarvan bi stranên xwe mest kirin. 
 
Aryen Kom ku li Wanê xebatên muzîkê dike, ji bo piştgiriya li gel mexdûrên erdhejê bernameyeke bi navê “Rojên Muzîkê yên Aryenê” amade kir. Bernameya ku bi koma muzîkê “Dengê Meyman” dest pê kirî, şevîdin jî bi koma muzîkê ya bi navê “Sorjiyan” berdewam kir. Konsera ku eleqeyeke mezin dît, li eywana ŞanoWanê hat dayîn. Koma Sorjiyan bi stran û awazên xwe guhdarvan mest kirin. Guhdarvanan jî bi çepikên xwe hezkirina xwe nîşan dan. 
 
Amadekarên bernameyê plaket da Koma Sorjiyan û konser bi dawî bû.