Ji bo rizgariya Kobanê Klîba nû ya Tevgera Hilala Zêrîn: Baskê Evînê

  • 14:18 26 Çile 2023
  • Çand û Huner
NAVENDA NUÇEYAN - Tevgera Çand Hunerê ya Hilala Zêrîn a Kobanê bi wesîleya salvegera rizgariya Kobanê klîbek nû amadekir.
 
Bi wesîleya 8’emîn salvegera rizgariya Kobanê ya ji çeteyên DAÎŞ’ê Tevgera Çand û Hunerê ya Hilala Zêrîn klîbek nû ya bi navê “Baskên Evînê” amade kir.
 
Di klîba helbesta wê ji aliyê Medya Doz ve hatiye çêkirin de awaz Nûrşîn Salih û Perwîn Salih, stranbêj Silava Bozo û Nûrşîn Salih, weke lîstikvan jî Zelal Mûsa, Deyana Murad û Rehef Zilfo kirin, derhêner Dîrok Artos erk hilgirtin ser milê xwe.
 
Gotinên strana hatiye amadekirin wiha ye;
 
Baskê evînê stara hevala ye,
 
Stêkên dibiriqin strana delala ye,
 
Bajarek stûxwar li benda hêviya ye
 
Ez nemînim stêrka gula ji ezmanê Kobanê rijiya ye.
 
Kobanê gulî sor e hemî cengawer li derdorê
 
Xençera rûmetê li ser kembera zêrîn e,
 
Gurê har qefil bi qefil danîn çembere,
 
Ezmanê şîn xweş ware teyrê baz ji ya xwe nayê xwarê
 
Tilîliya delalokan difûre li ezman
 
Nîşana serkeftinê digihînin li her deran
 
Ref bi ref waye hatin şervanên rûmetê
 
Ka werin em pêşwazî delalokên parastvanên hêlînên xwe
 
Kobanê gulî sor e hemî cengawer li derdorê
 
Xençera rûmetê li ser kembera zêrîn e
 
Gurê har qefil bi qefil danîn çembere
 
Ezmanê şîn xweş ware teyrê baz ji ya xwe nayê xwar.