Ji bo rizgariya Kobanê Klîba nû ya Tevgera Hilala Zêrîn: Baskê Evînê 2023-01-26 14:18:12   NAVENDA NUÇEYAN - Tevgera Çand Hunerê ya Hilala Zêrîn a Kobanê bi wesîleya salvegera rizgariya Kobanê klîbek nû amadekir.   Bi wesîleya 8’emîn salvegera rizgariya Kobanê ya ji çeteyên DAÎŞ’ê Tevgera Çand û Hunerê ya Hilala Zêrîn klîbek nû ya bi navê “Baskên Evînê” amade kir.   Di klîba helbesta wê ji aliyê Medya Doz ve hatiye çêkirin de awaz Nûrşîn Salih û Perwîn Salih, stranbêj Silava Bozo û Nûrşîn Salih, weke lîstikvan jî Zelal Mûsa, Deyana Murad û Rehef Zilfo kirin, derhêner Dîrok Artos erk hilgirtin ser milê xwe.   Gotinên strana hatiye amadekirin wiha ye;   Baskê evînê stara hevala ye,   Stêkên dibiriqin strana delala ye,   Bajarek stûxwar li benda hêviya ye   Ez nemînim stêrka gula ji ezmanê Kobanê rijiya ye.   Kobanê gulî sor e hemî cengawer li derdorê   Xençera rûmetê li ser kembera zêrîn e,   Gurê har qefil bi qefil danîn çembere,   Ezmanê şîn xweş ware teyrê baz ji ya xwe nayê xwarê   Tilîliya delalokan difûre li ezman   Nîşana serkeftinê digihînin li her deran   Ref bi ref waye hatin şervanên rûmetê   Ka werin em pêşwazî delalokên parastvanên hêlînên xwe   Kobanê gulî sor e hemî cengawer li derdorê   Xençera rûmetê li ser kembera zêrîn e   Gurê har qefil bi qefil danîn çembere   Ezmanê şîn xweş ware teyrê baz ji ya xwe nayê xwar.