‘Gel li dijî êrişan hişyar e û dê çand û zimanê xwe biparêze’

  • 09:04 31 Kanûn 2022
  • Çand û Huner
Sema Çaglak
 
ŞIRNEX - Rêvebera Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Fatma Gîzleyîcî bal kişand ser zext û êrişên li dijî çand û zimanê kurdî û destnîşan kir ku li dijî çand û zimanê kurdî dijminatiyek berbiçav heye û got: “Çi dibe bila bibe li meclîs, kolan û saziyan bila gel xwedî li çand û zimanê xwe derbikeve û nede jibî kirin. Gelê me li her derê çand û hunera xwe belav bike.”
 
Li dijî çand ziman û hunera kurdî ji hêla desthilatdariyê ve êriş dewam dikin. Bi qedexekirina şano, Li dibistanan zimanê kurdî qedexe ye. Li gel vê jî bi qedexekirina konseran hewil tê dayîn ku polîtîkayên bişaftinê bi her awayî li ser Gelê Kurd ferz bikin. Bêtehamûlîya li dijî zimanê kurdî ji meclîsê bigire heta bernameyên televîzyonên tirkan xwe nîşan dide. Rêvebera Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belekê  Fatma Gîzleyîcî têkîldarî mijarê axivî.
 
‘Li dijî ziman û çandê dijminatiyek berbiçav heye’
 
Fatma, di destpêka axaftina xwe de daxuyand ku zimanê kurdî zimanekê gelek qedîm û kevnar e û wiha axivî: “Her mafê kurdekê/î ye ku ziman û dîroka xwe biparêze. Em dixwazin di her qadên jiyana xwe de bi zimanê xwe biaxivin û bi zimanê xwe bijîn. Heke em çand û zimanê xwe bidin jibîrbikin em ê hebûn û nasnameya xwe bidin jibîrkirin. Lewra di milê parastina çand û hunerê de têkoşînek me ya bêhempa heye. Lê desthîlatdar û sîstem tim çand û hunera me hedef digire û êrîşên xwe li ser vî esasî dimeşîne.  Zimanê kurdî qdexe ye û li bajarên Metropolan êrîşên ji ber axaftina bi kurdî zêde dibin. Ditirsin ku ziman û çanda me li metrepolan jî bijî. Lewra bi taybetî îsal şanoyên kurdî, konserên hûnermendên kurd hatin qedexekirin û astengkirin.  Divê li hemberê vî tiştî gelê me hişyar be û nehêle ku ziman û çand paş de biçe. Di televîzyonên tirkî de di bernameyekê de dayikek bi zimanê kurdî axivî û li ser axaftina dayikê mikrofon hate girtin. Ev dijminatiyek mezin a li dijî  zimanê kurdî ye.”
 
‘Bi polîtîkayên şerên taybet qirkirina çandî’
 
Fatma, diyar kir ku bi polîtîkayên şerên taybet hewil tê dayîn ku li ser Gelê Kurd qirkirina çandî pêk bînin û got: “Çand û dîroka me gelek dewlemend e. Dengbêjî, govend, stranbêj, cil û bergên gelerî û bi dewlemendiya zimanê re xwedî kevneşopiyek kevnar e. Hewil tê dayîn ku bi polîtîkayên şer ên taybet re ev çand û ziman ji aliyê ciwanan ve bê jibîrkirin. Gel bi zimanê xwe heye. Di bin banê polîtîkayên bişaftinê de muzîka tirkî li ser ciwanan tê ferzkirin û li gelek cihan tenê stranên bi tirkî tên gotin. An jî çanda xwe ya ku dûrî çanda me ye li ser gel ferz dikin û bi vê yekê berê gelê me didin çanda xwe. Ew jî dibe sedem ku gel û bi taybetî ciwanên me ji çand û zimanê xwe dûr bikevin.”
 
‘Gel li dijî êrîşan hişyar e’
 
Fatma, destnîşan kir ku li dijî van zext û êrişan divê li her qadê kurd bi zimanê xwe biaxivin. Fatma, got: “Bangawaziya min ji gel û malbatên  kurd heye. Divê di her qadê de li zimanê xwe xwedî derbikevin û zimanê xwe dewlemendtir bikin. Kes nikare zimanê me qedexe bike û em jî nadin jibîrkirin.  Ciwanên me yên aliyê metropolan dixwazin çanda xwe li wir jî bijîn. Lê ev tê astengkirin. Navên taxên kurdî tên guhertin, cihên dîrokî tên hilweşandin, konser û şanoyên kurdî tên qedexekirin. Ji aliyêk din ve jî li bajarê kurdan bi destê qeyûmê mîhrîcanên bişaftinê tên organizekirin. Ev lîstîkek mezin e ku li ser ciwanên me tê lîstin. Lê gel ji van êrîşan re hişiyar e û bertek û sekna xwe jî li dijî van nîşan dide.”
 
‘Li her deverê çand û zimanê xwe biparêzin’
 
Fatma,wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li rixmî van hemû êrişan Navenda Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê (NÇM) konserek xwest li dar bixe. Lê ev konser hat astengkirin. Lê dîsa jî NÇM konsera xwe li dar xist û sekna xwe ya ji bo qedexekirin û êrîşan nîşan da. Gelê me li hemberî van êrîşan bi hêz li ber xwe dide. Çi dibe bila bibe li meclîs, kolan û sazîyan bila gel xwedî li çand û zimanê xwe derbikeve û nede jibîrkirin. Li her der û bajaran ziman çand û hunera xwe belav bikin û biparêzin.”