Bi sê zimanan şoreşa jinê silav kirin: Beraye Azadî

  • 09:05 15 Kanûn 2022
  • Çand û Huner
ÎZMÎR - Hunermendên strana ‘Beraye azadî’ ku têkoşîna li dijî serdestiya mêr vedibêje, bi sê zimanan distrên, silav ji şoreşa Îranê re şandin û bal kişandin ser dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ ya bûye gerdûnî. 
 
Piştî Jîna Emînî ji aliyê rejîma Îranê ve hat qetilkirin şûnde li Rojhilat bi pêşengiya jinan berxwedanê dest pê kir û li hemû Îranê belav bû. Berxwedan bi felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ didome û di serî de jin li berxwe didin. Her wiha ji Tirkiyeyê û hemû cîhanê jî peyamên piştgiriyê tên dayîn. Li Îzmîrê Civata Ahura Rîtim û Civata Muzîka Praksîz piştgiriya xwe ya ji bo şoreşê, bi strana hunermenda Îranî Shervîn Hajîpour ya ‘Beraye Azadî’ anîn ziman.
 
Stran ji nû ve bi zimanên Kurdî, Tirkî û Fransî hat strîn. Der barê stranê de ji Civata Ahura Rîtîm Zîlan Hasret Yildiz û Yasemîn Bellî axivîn.
 
‘Ziman cuda bin jî pirsgirêk heman in’
 
Zîlanê destnîşan kir ku bi hevkariya berdevkê koma Ahura Samî Hosseînî yê Îranî roja li Îranê şopandine û  jinên Tirkiyeyê di şertên cuda de bin jî tiştên li Îranê tên jiyîn ew jî dijîn. Zîlanê wiha dirêjî dayê: “Stran bi sê zimanî ye. Sedema wê  ev e; Ahura komeke ku pir zimanî muzîkê dikeye. Ev kom muzîkên ji zimanên cuda îcra dike. Praksîs jî komeke ku muzîka protest dike ye. Dema terza herdu koman bû yek tiştek wisa derket holê. Hem pirzimanî hem jî gelek kesên vê erdnîgariyê dikarin, fêm dikin û di heman demê de straneke ku rihê têkoşîn û prostest dihewîne derket holê. Shervîn Hajîpour ku  stran li Îranê çêkir. Me gotinên stranê yên Farisî bi kar anî û gotin bi Kurdî û Tirkî hat nivîsin. Me klîb jî kişand.”
 
‘Jin li her qadê hêzê tînin’
 
Zîlanê destnîşan kir ku dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ gotina hepvar a jinan e û wiha berdewam kir: “Piştî qetilkirina Jîna Mahsa şûnde mirov ketin nava piştevaniyê, têkoşîn mezin kirin. Jinan li her qadê hêza xwe ava kirin. Çawa jin kevçî digirin destê xwe û xwarina xweş çêdikin, dema estrumanekê digirin destê xwe jî hunerê xweş dikin. Ji bo jin vê bikin hewcedarî bi qadan heye. Ji ber qadên têr tunene em nikarin  azad hinek tiştan bikin. Dema ji jinê re qad bê vekirin wê afrînerî û hilberîneriya wê jî azad be.”
 
‘Jin jiyan azadî’ hemû civakê dihewîne
 
Yasemîn Bellî jî bal kişand ser dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ û daxuyakirin ku ev berhema têkoşînê ye û ev tişt bi lêv kir: “Ev ji dirûşmeyekê zêdetir e. Wateya wê giran e. Gotinên Kurdî ‘Jin û jiyan’ di esasê de ji jinan derdikeve rê. Li dawiya herduyan gotina azadiyê tê zêdekirin. Ev kakila têkoşîna hebûnê ye. Li dijî bûyerên civakî jin zêdetir deng derdixin. Zêdetir têdikoşin. Ji bo azadiyê divê hemû civak têbikoşin. Ev têkoşîn jî bi jinan pêkan e. Ev têkoşîn ne tenê têkoşîna jinan e, ya mêran e jî. Civakê heyî dike. Di çalakiyên li Îranê de jî hem mêr hem jin dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ û ‘Zend Zendegî Azadî’ tê berz dikin. Dirûşme li hemû cîhanê belav bûye.”
 
‘Me bi muzîkê piştgirî da têkoşînê’
 
Yasemînê wiha dawî lê anî: “Muzîk bandorek wê ya başkirinê û guherînê heye. Nirxên empatiyê bilind digire. Di gotinên vê stranê de jî başkirinek heye. Ger em li wir bûna em ê jî bibûna parçeyekî ji wê têkoşînê. Lê em niha li erdnîgariyek cuda ne û me li vir bi muzîkê piştgirî da têkoşînê. Ev jî peyameke xweş a ku nîşan dide em ligel wan e.”