Buka Lekî li Îzmîrê derket pêşberî hezkiriyên hunerê

  • 09:04 14 Kanûn 2022
  • Çand û Huner
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Buka Lekî di 10’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Navneteweyî ya TAKSAV de hat nîşandan. Lîstikvana Buka Lekî Pelda Bal da zanîn ku di lîstikê de pêvajoya ku travmaya leşkeriyê rê li ber pisgirêkan vedike, tê vegotin. Peldayê da zanîn ku piştî vê wê lîstik li Stenbolê bê lîstin.
 
Lîstika Kurdî ‘Buka Lekî’ di çarçoveya 10’emîn Mîhrîcana Şanoya Navneteweyî ya Weqfa Ji bo Çand û Hunerê ya Lêkolînên Civakî (TAKSAV) de li navenda Hunera Kulturpark a Îzmîrê derket pêşberî temaşevanan. Nivîskar û derhênerê lîstikê Mîrza Metîne. Di lîstikê de mêrek di encama travma leşkeriyê de dibe robot, ji bilî mankena plastîk bi kesî re naxive û têkiliya platonîk ya bi mankena plastîk re vedibêje. Lîstik têkiliyên du kesî yên otorîta mêr, alavkirina wê dike mijar. Lîstik hem Kurdî hatiye nivisîn hem jî Kurdî tê lîstin. 
 
Pelda Bal ya ku yek ji sê lîstikvanên lîstikê ye der barê lîstikê de axivî.
 
‘Em di alî ziman de naxwazin bi cihekî sînor bimînin’
 
Peldayê da zanîn ku li bajarên mezin nifûsa Kurd zêde ye û armanca wan ew e ku bi reng û zimanê wan şanoyê bidin temaşekirin û got: “Di lîstikê de gelek Kurd û Tirk hebûn. Ev rewşeke gelek bi kêf e. Armanca me jî eve ku em xwe bigihînin Kurdan û cîhanê. Di alî ziman de em naxwazin bi sînor bimînin.”
 
‘Ji rastiya xwe durkevin wê rih jî bimire’
 
Peldayê daxuyakirin ku di lîstikê de jin gelek tavîzê didin mêran û di jiyana rast e jî ev wisa ye û wiha bi lêv kir: “Ji ber vê divê hinek em berê xwe bidin xwe. Di lîstikê de jin ji rastiya xwe dûr dikeve û dest bi têkiliyek sanal dike. Ev jî dibe dawiya wê. Ji ber mirov ji rastiya xwe dûrkevin rih jî dimire û êdî tu ne ew kesî û dibî kopyayek. Ji ber di vê lîstikê de cih digirim kêfxweşim.”
 
Peldayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di vir de encama ku mêr ji jinan zêdetir diaxivin derdikeve holê. Dema jin ne li ser sahneyê be wekhev diaxivin. Mêr jî ewqas diaxivin. Jin naxivin lê mêr dîsa diaxivin.Tişta mêr dixwaze li gorî xwe wate derxistine, afirandina hincetane. Axaftin girêdayê hiş e. Dema mirov pir biaxivin mirov zêde difikirin. Di civakê de tê gotin jin zêde diaxivin û li ser mijarê biçûk disekinin. Em jî dibêjin ku rastî ne ev e.”
 
 ‘Leşkerî bandora neyînî dike’
 
Peldayê destnîşan kir ku leşkerî psîkolojiya gelek mêrî xera dike û got: “Hinek ji vê rewşê xilas dibin. Hinek jî gelek di bin bandorê de dimînin. Di civakê de ev mînak pir zêde ne. Em bandora vê dibînin. Lîstikên Ser Encama Qijikan û Buka Lekî li Amed û Kerkukê hatin nîşandan. Ji vir şûnde jî wê li Stenbolê bê nîşandan.”