Fîlmê Kobanê li 10 bajarên Ewropayê tê pêşandan

  • 12:40 13 Kanûn 2022
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Koma Fîlm a Rojava duh “Fîlmê Kobanê" li hola Roza Luksembûrg a li Kolana 30'yî ya li paytexta Elmanya, Berlînê bi beşdariya bi sedan kesî nîşan da. Piştî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, “Fîlmê Kobanê" li 9 bajarên Elmanya û bajarekê Fransayê tê pêşandan.
 
Koma Fîlm a Rojava duh “Fîlmê Kobanê" li hola Roza Luksembûrg a li Kolana 30'yî ya li paytexta Elmanya, Berlînê bi beşdariya bi sedan kesî nîşan da. Piştî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, “Fîlmê Kobanê" li 9 bajarên Elmanya û bajarekê Fransayê tê pêşandan. Fîlm wê li bajarên Dresden, Kiel, Koln, Mannheim, Essen, Saarbrucken, Bochum û Leverkusen ên Elmanya û bajarê Marseille yê Fransayê jî were pêşandan.
 
Di filîm de behsa bûyerên dîrokî yên berxwedana Kobanê ya li dijî DAIŞ'ê ya di navbera salên 2014-2015'an de tê kirin.
 
Ozlem Yaşar derhêneriya filîm kiriye ku xwe spartiye Romana nivîskar Medya Doz, Komîna Fîlm a Rojava û Tevgera Çand û Hunerê (TEV-ÇAND) jî di sala 2021'ê li ser kar kiriye.
 
Dema filîm 2 saet û 30 deqe ye, bûyerên wê jî li deverên cuda yên Kobanê hatine kişandin.
 
Fîlm cara yekê li hola Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya li Kobanê 7 rojan (ji 20 heta 26'ê Îlonê) hate pêşandan.
 
Fîlm li bajarên Reqa, Tebqa, Qamişlo, Rimêlan û Hesekê jî di Cotmehê de hatiya pêşandan.