Weqfa Mezopotamyayê wê Bernameya Danasînê ya Kurdîzanê li dar bixe

  • 13:07 11 Mijdar 2022
  • Çand û Huner
 
AMED - Weqfa Mezopotamyayê bi daxuyaniya weşand de diyar kir ku wê li Amedê Bernameya Danasînê ya Kurdîzanê li dar bixe.
 
Weqfa Mezopotamyayê têkildarî berhema Kurdîzanê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin wê di 13'ê Mijdarê de li Qonaxa Zerzevanê ya Sûra Amedê Bernameya Danasînê ya Kurdîzanê li dar bixe. Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin:"Kurdîzan, pêşvebirina her çar şîyanên bingehîn ên zimanî ji xwe re dike armanc. Ew jî guhdarîkirin, axaftin, xwendin û nivîsîn in. Di Kurdîzanê da ji bo hînkirina kurdîya kurmancî, rêbaza 'ji hêsanîyê ber bi zorîyê ve' hatîye bikaranîn. Her dersek, bi metin yan jî dîyalogekê dest pê dike, piştî wê mijareka rêzimanê cih digire û bi dû ra rahênan tên."
 
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Ji bo Çapemenîyê
 
Merheba kedkarên çapemenîyê, em hêvî dikin hûn baş bin.
 
Nêzikî 10 salan e em li ser zimanî û folklora kurdîyê dixebitin. Di vî warî da me gelek komxebat, semîner û kurs çê kirin. Herweha gelek xebatên akademîk hatin kirin. Di encama van xebatan da weşanxaneya me hin berhemên hêja çap kirin. Berhema dawîn a ku me çap kir, seta Kurdîzanê ye.
 
Kurdîzan piştî xebateka demdirêj bi çapa xwe ya duyem derket. Ev xebat ji alîyê 4 akademîsyenên zimanî ve ji bo hînkirina kurdîya kurmancî hatîye amadekirin. Ev akademîsyen Tahirhan Aydin, Abdurrahman Adak, Zulkuf Ergun û Mikail Bulbul in. Edîtorîya Kurdîzanê Tahirhan Aydin kirîye.
 
Kurdîzan, ji sê astan pêk tê: Asta Destpêkê, Asta Navîn û Asta Bilind. Her ast jî ji du pirtûkan pêk tê. Yek, Pirtûka Dersê ye, ya din jî Pirtûka Xebatê ye. Pirtûka Dersê li ser hînkirina temayên curbicur û mijarên rêzimanê, lê Pirtûka Xebatê tenê li ser rahênanên van temayan û mijarên rêzimanê radiweste. Di Kurdîzanê da pergala unîte û dersan hatîye bikaranîn. Her ast ji du unîteyan û her unîte jî ji 14 dersan pêk tê. Anku di her astê da 28 ders hene. Di pêvajoya amadekirinê ya Kurdîzanê de ji alîyê akademîsyenan ve rêbazên zanistî li ber çavan hatine girtin. Kurdîzan ji bo perwerdeya dibistanê, bernameyên lîsansê, lîsansa bilind, kursên taybetî û xebatên takekesî hatîye amadekirin.
 
Kurdîzan, pêşvebirina her çar şîyanên bingehîn ên zimanî ji xwe re dike armanc. Ew jî guhdarîkirin, axaftin, xwendin û nivîsîn in. Di Kurdîzanê da ji bo hînkirina kurdîya kurmancî, rêbaza “ji hêsanîyê ber bi zorîyê ve” hatîye bikaranîn. Her dersek, bi metin yan jî dîyalogekê dest pê dike, piştî wê mijareka rêzimanê cih digire û bi dû ra rahênan tên.
 
Di Kurdîzanê da metin û dîyalog, mijarên rêzimanê, rahênanên li ser mijaran, xwendin û pergala guhdarîkirinê ya bi kodên lezbersivan (QR) cih digirin. Kesên ku bixwazin bi Kurdîzanê kurdîya kurmancî hîn bibin, dikarin metin û diyalogên di pirtûkan da bi rêya kodên lezbersivan guhdar bikin. Ew metin û dîyalog ji alîyê kesên cuda ve, di studyoyê de hatine xwendin û guhdarkirin. Herweha di dawîya her pirtûkeka Kurdîzanê da ferhengokek û bersivên rahênanan hene. Di ferhengokê da manayên tirkî û îngilîzî yên bêjeyan hatine dayîn.
 
Derbarê Bernameya Danasînê ya Kurdîzanê da
 
Em dê di roja 13ê çirîya paşîn de (roja yekşemê), ji bo danasîna Kurdîzanê bernameyekê li dar bixin. Bernameya me saet di 02:00an (pn) da, li Qonaxa Zerzevanê ye. Bi hatina we, em dê kêfxweş bin. 
 
Bimînin di nav xêr û xweşîyê da.
 
Navê Bernameyê: Nasandina Pirtûka Kurdîzanê
Dîrok û Saet: 13.11.2022 (yekşem), 02:00 (pn)
Cih: Qonaxa Zerzevanê (Sûr / Amed)
 
Weqfa Mezopotamyayê
 
Tel-WhatsApp: 0549 440 22 20"