Mîhrîcana Şanoyê ya Kerkûkê bi dayina xelatan bi dawî bû

  • 09:41 11 Mijdar 2022
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di Mîhrîcana Şanoyê ya Kerkûkê de komên ku tevlî mîhrîcanê bûn, bi merasîmekê xelatên xwe wergirtin.
 
Di 5’ê Mijdarê de 3. Mîhrîcana Şanoyê ya Kerkûkê dest pê kir û duh êvarî bi dawî bû. Di mîhrîcanê de 20 şano hatin nîşandan, ji vana 11 şano li ser cadeyan hatin nîşandan.
 
Ji her çar parçeyên Kurdistan û Başûrê Iraqê gelek komên şanoyê tevlî mîhrîcanê bûn. Duh şev bi dawîhatina Mîhrîcana Şanoyê ya Kerkûkê xelatên komên ku beşdarî festîvalê bûyîn hatin belavkirin û piştre xelatê şanoyên herî baş hatin belavkirin.
 
Xelata şanogerê dema pêş, diyarî Berhem Ehmed hat kirin û li pey wê xelata aktora jin a herî baş bi şanoya ‘Buka Lekê’ diyarî Bêlda Bal hat kirin. Her wiha bi şanoya ‘Şewkiwêr’ xelata aktorê mêr ê herî baş diyarî Resul Bengîn hat kirin. Derhêner Mîrza Metîn bi şanoya ‘Buka Lekê’ xelata derhênerê herî baş wergirt û heman demê de şanoya ‘Buka Lekê’ di mîhrîcanê de xelata berhemê herî baş wergirt. Bi vê yekê sê xelatên herî baş ji Bakurê Kurdistanê hat wergirtin.
 
Hêjayî gotinê ye ku ji ber rêgiriya îdareya Kerkûkê komên ku ji Bakur, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê beşdarî festîvalê bûyîn bi hinceta ku beşdarvanan vîzeya Herêma Kurdistanê wergirtine, ne ya Iraqê li Çemçemal şanoyên xwe pêşkêş kirin. Her wiha merasîma xwe jî li otêlek li Silêmaniyê bi dawî kirin.