Komeleya Birca Belek ji bo perwerdehiya ziman dest bi qeydan kir

  • 09:02 9 Mijdar 2022
  • Çand û Huner
 
Sema Çaglak
 
ŞIRNEX - Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek, ji bo serdema nû ya perwerdehiya zimanê Kurdî dest bi qeydan kir. Rêvebera Komeleyê Fatma Gîzleyîcî, diyar kir ku parastina zimanê Kurdî berpirsyariya li ser milê hemû kurda ye.
 
Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek di sala 2018’an de bi armanca perwerdehiya zimanê Kurdî û pêşxistina çand û hunera kurdî li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hate damêzrandin. Komele ji wê rojê şûndê xebatên xwe yên ji bo çand û ziman berdewam dike. Komele, ji bo serdema nû ya perwerdehiyê dest bi qeydan kir. Perwerdehî dê bi zaravayê Kurdî yê Kurmancî û ji her temenê re were dayîn. Têkîldarî mijarê rêveber û mamosteya zimanê Kurdî ya komeleyê Fatma Gîzleyîcî axivî.
 
‘Em ê hewil bidin pêşîya bişaftinê bigirin’
 
Fatma diyar kir ku ew ê hewil bidin li Botanê pêşiya polîtîkayên bişavtinê bigirin û wiha axivî: “Me berîya mehekê kongreya xwe ya asayî li dar xist. Di vê çarçoveyê de em ê cûrbecûr xebatên ji bo çand û zimanê xwe bikin. Bi salan e zimanê me qedexe ye û ji bo ku em bi zimanê xwe neaxivin cûrbecûr polîtîka tên meşandin. Armanca komeleya me jî parastina ziman e. Kesên ku werin komeleyê û qeydên xwe çêbikin em ê hem di warê hînkirina çanda kurdî û hem jî di warê zimanê kurdî de bi wan re bibin alîkar. Hewldana gel ya di vî aliyî de civakê li ser piyan dihêle.”
 
‘Divê gelê me ziman û çanda xwe nas bike’
 
Fatma, destnîşan kir ku perwerdehiya bi zimanê dayikê ji bo wan mertalê parastinê ye û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Divê em li ser zimanê xwe bisekinin û zimanê xwe bigihênîn her qadên civakê. Di salên dawîn de bi taybetî ciwan ji zimanê zikmakî dûr ketine. Li ser ciwanan polîtîkayên bişaftinê her diçe tên zêdetirkirin. Berê li her kuçe û kolanê zarok û ciwan bi zimanê xwe diaxivîn, lê di demên dawîn de ev her diçe qels dibe. Ew qelsbûn jî ji bo me xeter e. Lewra dayîna perwerdehiya bi zimanê kurdî gelek girîng e. Divê gelê me ziman û çanda xwe nas bike. Heke em ji ziman û çanda xwe dûr bikevin em ê ji hebûn û nasnameya xwe dûr bikevin. Divê her malbat jî mala xwe ji bo zarokên xwe wekî dibistan bi kar bîne û hem çanda xwe hem jî zimanê xwe hînî zarokên xwe bike.”
 
Ji bo qeydên perwerdehiyê bangawazî
 
Fatma, di dawiya axaftina xwe de ji bo qeydên perwerdehiya zimanê kurdî wiha bang kir: “Em dixwazin gelê Botanê û bi taybetî jî şêniyên Cizîrê bên ji bo perwerdehiya ziman qeydên xwe çêbikin û di warê parastina zimanê xwe de erka xwe bi cih bînin.  Em ê di serî de perwerdehiyê bidin zarok û ciwan û bidin her kesê ku bixwaze hînî ziman û çanda kurdî bibe. Em wek komele ji bo berpirsyariya ku di vî warî de dikeve ser milên me amade ne.  Perwerdehiya me ji asta destpêkê ya yekemîn, dûyemîn, sêyemîn û bi asta mamostetiyê  bi dawî dibe. Her pol ji 20 kesan pêk tê. Gava di her lîsteya polekê de 20 kes bi cîh bûn ew pol dê dest bi perwerdehiyê bike. Em li benda we ne.”