8’emîn Mîhrîcana Şanoyê bi coşek mezin bi dawî bû

  • 08:03 31 Cotmeh 2022
  • Çand û Huner
 
AMED - 8’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê bi coş û kelecanek mezin bi lîstikên hatin lîstin ve bi dawî bû. Lîstikvanê Şanoya Bajar a Amedê Ozcan Ateş, diyar kir ku ew ji bo Jîna Emînî, girtiyên nexweş, tecrîd û çapemeniya azad li ser dikê ne.   
 
8’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê ku bi dirûşma “Va Cûdî û va ye ev ax” di 20’ê cotmehê de dest pê kir û duh bi dawî bû. Mihrîcana ku li eywana Şanoya Bajêr a Amedê ya li Semta Dîclekentê ya navçeya Peyasê ya Amedê hat lidarxistin, bi tevlîbûna dehan kesan pêk hat. Mihrîcan di roja dawiyê de bi lîstikên hatin nîşandan ve rastî eleqeyek mezin hat û demên xweş hatin jiyîn.
 
Lîstika ‘Serencama Qijikan’
 
Duh lîstika bi navê “Serencama qijikan” a Performansa Şermoya ya Êlihê hat nîşandan. Lîstika ku ji aliyê derhêner û nivîskar Mîrza Metîn ve hatiye amadekirin, lîstik li ser çîroka gera kumpaniyek rêwîtiyê ye. Lîstikvanên kumpanyayê yên ku ev demek e di rê de ne, her ku diçin bajar, bajarok û gundên ku ji ber şer wêran bûne dibînin. Li bajarê dawî yê ku çûne, di navbera çûyin û mayîn, lîstin û nelîstin, prova kirin û nekirinê de hin lêpirsîn û nakokiyan dijîn.  
 
Temaşevanan demên xweş jiyan
 
Piştre şanoya Koma ŞanoWanê ya bi navê “Hay Lo Dîsa Tevlîhev Bû” derket pêşberî temaşevanan. Lîstika ku ji aliyê nivîskarê Fransî Claûde Magnîer hatiye nivîsandin, ji aliyê nivîskar Dilawer Zeraq ve berhem hatiye wergerkirin. Lîstik a ku mîzah e û bi zimanekî kêyfê tê vegotin. Lîstikvanan di lîstikê gelemperî devoka kurmancî ya herêma Behdînanê axivîn. Di dema nîşandana lîstikê de temaşevanan demên xweş jiyan.
 
Deqeyek rêz hat girtin
 
Piştî lîstikê Mamoste Ghotbedîn Sadeghî, li ser navê Şanoya Bajêr a Amedê plaket da lîstikvanan. Di heman demê de endamek Şano Rad (Ûrmiye) ku ji ber du endamên xwe yên li Rojhilatê Kurdistanê hatibûn binçavkirin nekarî tevlî mîhrîcanê bibin. Lîstikvanê Şano Rad derket ser dikê û ji bo berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê daxwaza deqeyek rêzgirtinê kir.
 
‘Berxwedanek hebû’
 
Piştî nîşandana lîstikan, lîstikvanê Şanoya Bajar a Amedê Ozcan Ateş axaftin kir. Ozcan, diyar kir ku di mihrîcanê de 17 lîstik, 2 semîner û kargehek hatiye lidarxistin û wiha got: “Ji van 17 komên lîstikê 12 kom şanoya kurdî bûn. Bi tevahî nêzikî 110 şanoger û mamosteyên şanoya kurdî bûn mêvanê me. Ji ber vê yekê em gelek kêfxweş û serbilind in. Her wiha ji wan 12 komên şanoya kurdî gelek şêwaz û nêrînên cuda derketin holê. Vê yekê dewlemendiya şanoya kurd jî derxist holê. Em gelek kêf xweş in ku hûn tevlî mîhrîcana me bûn. Mîhrîcana me, di demek ku 4 parçeyên Kurdistanê êrîş hebûn derbas bû. Binçavkirin çêbûn û li hemberî van yekan berxwedanek hebû. Em bi 8’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê vê berxwedanê slav dikin.”
 
Armanca mihrîcanê
 
Ozcan, bal kişand ser armanca mihrîcanê û wiha domand: “Ji bo Jîna Mahsa Emînî, karkerên madenan, Cûdî, li hember tecrîdê, girtiyên nexweş û zilma ku wan tê kirin, çapemeniya azad, çand û huner û zimanê xwe li ser dikê bûn. Gelê me, çand, huner û zimanê me li vir e. Em ê hertim jî li vir bin. Bi van hestan em ji wan komên ku beşdarî mîhrîcana me bûn re spas dikin.”
 
Mihrîcan bi çepikan bi dawî bû.