‘Bi qirkirina çandî re dixwazin civakê bêbîrbihêlin’

  • 09:03 25 Cotmeh 2022
  • Çand û Huner
 
Rojda Aydin 
 
AMED - Jinên ku tevlî 8’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê bûn, diyar kirin ku li dijî qirkirina çand û hunerê mîhrîcanên bi vî rengî girîng in û gotin: “Ji bo ku civakekî tune bikin di serî de çand, ziman û dîrokê tunedikin. Li dijî vê qirkirinê divê em xwedî li dîrok, çand, huner û hunermendên xwe derkevin.”
 
8'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Şanoya Bajêr a Amedê ku bi dirûşmeya “Va Cûdî û va ye ev ax” li eywana Şanoya Bajêr a Amedê ya li semta Dîclekentê ya navçeya Peyasê ya Amedê dest pê kiribû, di roja 6'emîn de berdewam dike. Mîhrîcan dê heta 30'yê cotmehê bidome. Ji Ewropa, Tirkiye, bakur, başûr û rojhilatê Kurdistanê gelek komên şanoyê tevlî mîhrîcanê bûn. Bi giştî 18 lîstik di mîhrîcanê de cih girtin. 13 lîstik bi kurmancî, 5 lîstik jî bi tirkî dê werin pêşkêşkirin. 2 semîner jî dê werin lidarxistin. 
 
Mîhrîcana ku li dijî qirkirina polîtîkayên çand û hunerê tê lidarxistin bi kelecaneke mezin tê pêşwazîkirin. Jinên ku tevlî mîhrîcanê bûn hest û ramanên xwe ji ajansa me re anîn ziman.
 
‘Bi tayînkirina qeyûman saziyên çandê hatin girtin’
 
Fatma Bîlmez, anî ziman ku ji şanoyê bigirin heta hûnermendan, ji temaşevanan bigirin di hemû aliyan de li ser çandê astengiyek heye û got: “Şanoya Bajêr a Amedê jî gelek astengiyan re rûbirû man. Piştî ku qeyûm tayînê şaredariyan hat kirin şûnde gelek qadên me yên çandê hatin girtin û ev yek jî bi xwe re qirkirinek çandî anî. Ji ber astengiyên qeyûman gelek hunermend û lîstikvan nikarin îro hunera xwe bi rehetî bimeşînin. Lewra jî îro di her aliyê de çanda kurdî ligel derfetên kêm li ser piyan dimîne. Em ne xwedî girseyek biçûk in. Girseya me gelek mezin e û em xwedî çand û hunera xwe derdikevin. Em xwedî mûzîk û şanoya xwe derdikevin.”
 
‘Mirovên me tiştan gelek zû ji bîr dike' 
 
Fatmayê, diyar kir ku ne tenê di aliyê şano û muzîkê de bi her awayî li hemberî ax û welatê Kurdistanê qirkirineke çandî heye û wiha domand: “Demek beriya niha ji aliyê qeyûmê ve li Sûrê mîhrîcanek hat lidarxistin. Dema ku me vê mîhrîcanê dît em gelek xemgîn bûn. Berê li wê derê jiyanek gelek cuda û xweş hebû. Lê belê wê jiyanê û wê dîrokê hemû hilweşandin û tunekirin. Niha avahiyên yek tîp hatine çêkirin. Ew cihê ku avahiyên nû hatine çêkirin wek goristanekî ye. Wê goristanê dixwazin zindî bikin. Kesên ku ji derve tên belê diecibînin, lê belê tu kes nizane ku li wê derê jiyanek çawa hebû. Li ser wê axê gelek kes jiyana xwe ji dest da. Gelek kes neçar man xaniyên xwe terk bikin. Lê divê gelê Amedê vê tiştê ji bîr nekin. Kesên ku diçin Sûrê duh çawa bû îro çawa ye bigirin li ber çavan. Bi vê awayî li Sûrê qirkirinek çandî hat meşandin. Wê çandê, jiyanê û dîrokê xwestin tune bikin. Lê bîra mirovan hîn tiştan gelek zû ji bîr dike.”
 
‘Em xwedî li dîrok, çand û hunera xwe derkevin’
 
Fatmayê, dawiya axaftina xwe de got pêwîste Gelê Kurd bi hemû rastiyê vê dîrokê ji zarokên pêşerojê re ragihînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Kesên ku li vir dijîn dîroka Sûrê gelek baş dizane. Ji bo ku civakekî tune bikin di serî de çand, ziman û dîrokê tunedikin. Wê demê ne civak, ne çand û ne jî ziman dimîne. Li dijî vê qirkirina çandî divê em di hilbijartinê de bersivek xurt bidin. Li dijî qirkirina çandî pêkanîn tên kirin diyar in. Her wiha divê em xwedî dîrok, çand, hûner û hûnermendên xwe derkevin. Em xwedî axa xwe derkevin.”
 
 Li dijî bişaftinê xwe fêrê zimanê kurdî dike
 
Li dijî qirkirina çandî û bişaftinê jî Songul Aytek Avşar axivî û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Em rengê xwe jî û dengê xwe jî bi rêya çandê tînin ziman. Her çiqasî çanda me bê astengkirin jî em xwedî çanda xwe derdikevin. Ji ber ku mirov li ser çanda xwe ava dibe. Tu kes nikare çanda me asteng û tune bike. Em çanda xwe di nava jiyana xwe de didin jiyandin. Dixwazin çand û dîroka kurdî tune bikin. Kesên ku dixwazin civakekî tune bikin ji ber wê yekem êrişê çandê dikin. Di her aliyê de êrişê çanda me dikin. Em çanda xwe di bîr û jiyana xwe de didin jiyîn. Çand, hebûna mirov û civakibûnê ye. Bi salan e li ser çanda kurdî qirkirinek tê meşandin. Lê belê çanda kurdî tu carî bê xwedî nema. Em ê destûrê nedin çanda me bê qirkirin.”
 
‘Armanc tunekirina civakê ye' 
 
Şanoger Perînaz Delazy, jî destnîşan kir ku di her aliyê de polîtîkayên qirkirinê li ser çanda kurdî tê meşandin û armanc tunekirina wê civakê ye û axivî: “Kesek dema bixwaze bi çand û hunerê re mijûl bibe û berhemek derxe holê di serî de bi astengî û qedexeyan re rûbirû dimîne. Kesên ku hunerê re mijûl dibe wisa hêsan dest bi kar nake. Di destpêkê de bi naskirina wan qedexeyan re bi nakokiyan re rûbirû dimîne. Di hêla fikrî de êdî dest bi jêpirsînê dike.  Çima hemû kes bi ziman û çanda dikarin hunera xwe pêk bînin, em çima nikarin? Ne tenê di salên 90’î beriya wê jî li hember çand, huner û zimanê kurdî îmha, înkar û qirkirinek hebû. Çend şekl guherî be jî heman înkarkiri didome." 
 
‘Dixwazin civakê bê bîr bihêlin’
 
Perînazê, da zanîn ku qirkirina ku îro li ser çanda wan tê meşandin ne cara yekem e ji demên berê heya îro didome û wiha bi lêv kir: “Em ne biyaniya van tiştan in. Birîn û şewitandina daristanekî mirov nikare bi tenê wek bûyerek û êrişekî ser xwezayî bigire dest. Li wê derê bîr, jiyan û bîranên me hene. Bi vê re dixwazin war û cihê me bê bîr bihêlin. Îktîdarek dema bixwaze civakekî tune bike yekem êrişê çanda wê dike. Ji ber ku hemû gel pêşeroja xwe li ser çandekî ava dikin. Dikarin te bixin hemû şiklê.”    
 
‘Divê civak rastiya xwe lêkolîn bike’
 
Perînazê, wiha bal kişand ser kar û barê xwe û got: "Di lîstikên me de îtîrazekî me ji bo tiştekî heye, em tiştekî qebûl nakin. Hûnermendek dema bêje ez hûnermend im, divê îtîrazekî wê hebe. Jiyanekî alternatîf nîşanê temaşevanan û gelan bike ku bêje ez ji bo xwe û gelê xwe dikarim tiştekî bikim. Xemên me hene û em dixwazin bi berhem, lîstik û stranên xwe de tiştekî ji pêşerojê re bihêlin. Di bin navê mihrîcanan de li Sûr û Cizîrê mihrîcan tên lidarxistin. Bi salan e qedexe li ser van deveran hebû. Em nikarin li van deran bernameyên xwe li dar bixin. Ji bo çanda me bidin ji bîr kirin li van deran polîtîkayeke qirkirinê dimeşînin. Çand tiştekî wisa ye ku cihê em lê dijîn, tiştên wek televîzyon û înternetê bigire dixwaze te ji rastiyê dûr bixe. Kesên ku li vî welatî dijîn divê zû bi zû van tiştan qebûl nekin. Li gor fikra min her mîhrîcan ne mîhrîcan e. Ji ber ku her mîhrîcan ji bo gel û başiya wan nayê çêkirin. Îktîdar ji bo berjewendiyên xwe çêdikin. Divê civak her tiştî zû bi zû qebûl neke. Divê civak rastiya xwe lêkolîn bike. Li vê welatê tu tişt bê sedem nayê kirin. Her bûyer û çalakî girêdayî vî tiştî ye.”