Li Mexmûrê 8'emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan dest pê kir

  • 11:44 24 Cotmeh 2022
  • Çand û Huner
 
MEXMÛR - Li Mexmûrê ji bo bibîranîna Bêrîtan 8'emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan dest pê kir.
 
8'emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan ku li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî veguheriye çandeke giştî, bi vekirina pêşangehekê dest pê kir.
 
Di sala 1992'yan de di şerê ku PDK û dewleta tirk bi hev re li dijî PKK'ê dabû destpêkirin de Bêrîtanê heta fîşeka xwe ya dawî li ber xwe û herî dawî jî ji bo teslîm nebe xwe ji zinarê avêt. Bêrîtanê bi sekna xwe bû sembola xeta berxwedan û têkoşînê, piştî şahadeta Bêrîtanê artêşbûna jinê ava bû. Ji 2005’an ve ji bo bibîranîna Şehid Bêritan ji her du salan carekê mîhrîcana çand û hunerê di bin pêşengtiya Meclisa Îştar, Weqfa Jinên Mexmûrê û Kevana Zêrin de tê lidarxistin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji sala 2017'an ve ji ber rewşên ewlekarî û êrişên li ser wargehê mîhrîcan nedihat lidarxistin.
 
Mîhrîcan îsal jî bi pêşengeha berhemên hunerî yên Atolyeya Şehîd Delîla û kel û pelên kurdewarî, li Saziya Malbatên Şehîdan dest pê kir. Wê danê nîvro jî bi xwarinên kurdewarî mîhrîcan bidome. 
 
Mîhrîcan saet di 08:30’an de li avahiya Saziya Malbatên Şehîdan bi vekirina pêşangehê a bi birîna qurdeleyê hat destpêkirin. Beriya ku qurdele were birîn di kesayeta Şehîd Bêrîtan de ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.
 
Piştî rêzgirtinê qurdele ji aliyê dayîka Şehîd Mardîn, Medîne Kara, hevjîna Şehîd Ebûzêd Pakîze Bayram û meta Şehîd Sara, Cemîle Urper ve hat birîn. Piştî birîna qurdeleyê, gel bi awayek girseyî serdana pêşangehê kirin. Salona pêşangehê bi wêne û tabloyên Rêbretî, şehîdan, jinên şoreşger, cil û bergên netewî, xaniyên kevin û hwd hatibûn xemilandin.
 
Wê pêşangeh heta êvarî vekirî bimîne. Di heman çarçoveyê de wê danê nîvro xwarinên gelêrî werin nîşandan û sibehê jî wê mîhrîcan di demjimêra 13:00’ê de bi awayekî girseyî bi şahiyekê were pîrozkirin.