8’emîn Mihrîcana Şanoya Bajêr a Amedê, didome

  • 08:12 24 Cotmeh 2022
  • Çand û Huner
 
AMED - Şanoya Bajêr a Amedê ku 8’emîn Mihrîcana Şanoyê bi dirûşma “Va Cûdî û va ye ev ax” li dar xistibû didome. Do di roja 4'emîn ya mihrîcanê de lîstikvanan bal kişandin ser bişaftina li ser ziman û çanda kurdî.
 
Şanoya Bajêr a Amedê ku 8’emîn Mihrîcana Şanoyê bi dirûşma “Va Cûdî û va ye ev ax” li dar xistibû do di roja çaremîn de domiya. Gelek kes tevlî mîhrîcana ku eleqeyek mezin ji bo wê tê nîşandan, bûn. 
 
Di serî de lîstika bi navê “Serbaz” a Koma Yenisahne ya Êlihê derket ser sehnê. Di dema lîstikê de temaşevan gelekî keniyan. Heta ku lîstik qediya di eywanê de demên xweş hatin jiyîn. Di lîstika Serbaz de, li klînîkeke derûnî ya girtî de lîstika diqewime, ku tê de ne derman, ne çarşef, ne xwarin, ne tiştek ku li xwe bikin heye. Şeş dînên balkêş lê bê zerar in ku ji çarenûsa xwe re hatine hiştin û ji bo ku necemidin neçar mane di heman odeyê de bi hev re bimînin. Her wiha xeynî van şeş dînan çîroka balkêş a bijîjkekî vedibêje.
 
Piştre Şanoya Bajêr a Amedê plaket diyarî koma lîstikê kir û lîstik bi çepikan bi dawî bû.
 
Bal kişandin li ser polîtîqayên bişaftinê
 
Piştre jî ji Kerkukê Koma Kati Hwner a ku hat lîstika bi navê “Kas w Hanvin” dan nîşandan. Di lîstikê de ku behsa xemginî û feraseta zextên li ser gelê Kurd tê kirin, neheqiyên di navbera civakan de tê meşandin, hatin kirin. Di lîstikê de bal kişandin ser polîtîqayên bişaftinê ya li ser ziman û çanda kurdî.
 
‘Em ê hunera xwe nîşan bidin’
 
Endamê Koordînasyona Mihrîcana Şanoyê Hilket Îdrîsî, bal kişand ser mihrîcana ku li Kerkukê di navbera 5’ê Mijdarê û 11’ê Mijdarê de bê lidarxistin û vê peyam da: “Çiqasî faşîst, dîktator, îktîdar û hikûmet hebin em ê li dijî wan li ser dikê bin. Em ê deng, çand û hunera gel her tim bidim nîşandan.”
 
Şanoya Bajêr a Amedê ji komê re plaket diyarî kir û lîstik bi çepikan bi dawî bû.
 
Mihrîcan dê di roja 5’emîn de bidome
 
Îro jî wê lîstikên bi navê Morî ya Tiyatro Mask-Tiyatro Temrin (Amed) (15.00) û Çîrokeke Cengê ya Tiyatro Rituel (20.30) bidome.