JinMa ji bo Nagihan û Jîna klîbek belavkir

  • 16:39 21 Cotmeh 2022
  • Çand û Huner
AMED - Koma JinMa ji bo bîranîna rojnamevan Nagihan Akarsel a li Silêmaniyê hat qetilkirin û Jîna Amînî ya li Îranê hat qetilkirin, strana bi navê “Jin jiyan azadî” amade kir û klîba stranê hat belavkirin. 
 
Jîna Amînî ya ku li Îranê ji aliyê hêzên rejîmê ve hat qetilkirin û rojnamevan-akademîsyen Nahgihan Akarsel a ku li bajarê Silêmaniyê ya başûrê Kurdistanê li naverasta kolanê hat qetilkirin bi stranan tên bibîranîn. Piştî qetilkirina Jîna Amînî ku li seranserî dinyayê jinan li dijî rejîma Îranê çalakî li dar xistin û berxwedana ku dest pê kir hê jî didome. Bi xwepêşandanan re dirûşma “Jina jiyan azadî” jî li tevahiya dinyayê belav bû û ev dirûşm ji çalakiyên jinan re bû pêşeng. 
 
Dirûşm her ku li cîhanê belav bû her wiha bû mijara stran û helbestan jî. 
 
Bi du qetilkirina Jîna Amînî re ku li seranserî dinyayê xwepêşandan hebûn di 4’ê cotmehê de jî endama Navenda Akademiya Jineolojiyê û rojnamevan Nagihan Akarsel li Silêmaniyê hat qetilkirin. Jinan li gelek deverên dinyayê vê carê ji bo Jîna û Nagihan bûn dengê dirûşma “Jin jiyan azadî” û dengê vê dirûşmê berztir bû. 
 
Koma JinMa ya Ma Music Centerê ku li Amedê xebatên xwe hunerî bi rê ve dibe ji bo bîranîna Jîna û Nagihan bi navê “Jin jiyan azadî” stranek amade kirin û klîba ku ji wêneyên Nagihan û Jîna û dîmenên xwepêşandanên bo Jînayê pêk tên, çêkir. 
 
Gotinên stranê ku ji aliyê Evîn Tiryakî û Devrîm Demîr ve hatiye nivîsandin wiha ne:
 
"Em pêşengên şoreşê ne 
Her li qada ne 
Jin jiyan azadî ye 
Rê berxwedan e 
 
Em jinên şoreşger in 
Li dijî dagirker in 
Xwediyên vîna pola ne
Xofa dilê neyara ne 
 
Em Nagîhan û Jîna ne
Li hember nezanan e 
Raperîna Jinê ne 
Îro li her derê ne
 
Em bi soz û peyman in 
Xwediyên doza kevnar in 
Hêvîya hemû dinê ne 
Mizgîniya azadiyê ne”