8’emîn Mîhrîcana Şanoya Amedê di roja duyem de didome

  • 16:35 21 Cotmeh 2022
  • Çand û Huner
 
 AMED - Şanoya Bajar a Amedê bi dirûşmeya “Va Cûdî û va ye ev ax” 8’emîn Mîhrîcana Şanoyê ku duh dabû destpêkirin, îro di roja xwe ya duyem de dom kir.
 
Şanoya Bajar a Amedê bi dirûşmeya “Va Cûdî û va ye ev ax” 8’emîn Mîhrîcana Şanoyê ku duh dabû destpêkirin, îro di roja xwe ya duyem de dom kir. Mîhrîcana ku rastî eleqeyek mezin hat. 
 
Lîstoka “Tayo, Datdat û Oncekî Bazi Hayatlar” a Koma Kumpanyamed ve ku hat lîstik de gelek peyamên girîng dan temaşevanan. Tayo û Datdat du hevalên dijber in ku di nav çerxek de girtî ne ku piştî mirina wan vedigerin jiyanê. Dema ku di jiyana xwe ya niha de behsa huner, desthilatdarî, evîn û mirinê dikin, serpêhatiyên jiyana xwe yên berê tînin bîra xwe.
 
Serhildanan jinan hat slavkirin
 
Piştî lîstokê Lanoya Bajar a Amedê plaket dan lîstikvanan. Di heman demê de lîstikvanê lîstokê serhildana jinên Îranê ku piştî Jîna Mahsa Amînî ya ku ji aliyê “polîsên exlaqê” ya rejîma Îranê ve hat qetilkirin, silav kirin. Lîstik bi çepikan bi dawî bû.
 
Şano dê êvarê berdewam bike
 
Her wiha mîhrîcan dê êvarê bi lîstoka “Qesra Balindeyên Xemgîn” ve saet di 20.30’an de berdewam bike.