'Filîmê Kobanê rûmet û serkeftina lehengan e'

  • 09:03 18 Cotmeh 2022
  • Çand û Huner
 
Jînda Asmen 
 
QAMIŞLO - Lîstikvan, Derhêner, Prodîksiyon, Rejî, Senarîstên filîmê Kobanê nêrîna xwe ya ji bo fîlîmê Kobanê wiha anîn ziman: “Xebata filîmê Kobanê pir girîng bû. Filîmê Kobanê rûmet û serkeftina lehengan  e.” 
 
Komîna Filîm a Rojava Filîmê Kobanê yê ku behsa şerê Kobanê yê li dijî çeteyên DAIŞ'ê dike û derhêneriya wê Ozlem Yaşar dike di 20’ê Îlonê de li Kantona Kobanê hate pêşandan. Her wiha armanc ew e ku filîmê Kobanê li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê pêşandan. Di vî filîmî de tiştê herî xweş û balkêş ew e ku derhêner, senarîst, lîstikvana sereke, rejî û amadekarina lîstikvanan hemû piranî ji jinan pêk tê. Îro jina ku li dijî dijmin şerê ku dimeşîne û dixwaze azadiya xwe bi dest bixe bi dest û keda jinê tê nivîsandin û dibe aîdê dîroka jinê ku yek ji wan filîmê Kobanê ye. Filîmê Kobanê ji aliyê Derhêner Ozlem Yaşar, Senarîst, Menejer û Prodîksiyon Medya Doz, Montaj Emilie Orsînî, Prodîksiyon Eva jin, Prodîcer Alba Stora, Deng Conî Docolomaniski, kostim û aksesuar Kêzî Kobanê, Makyaj Semra Brusk, Lîstîkvan Dîcle Arjîn, Necbîr  Xanim hwd. ve hatiye çêkirin. Di heman demê de gelek jin di alîkariya amadekariya filîmê ( Castîng) de cihê xwe girtin. Di derbarê çawanî û çêkirina filîm de lîstikvan, derhêner, senarîst û Prodîksiyona filîmê Kobanê, nêrînên xwe parve kirin. 
 
‘Di çêkirina filîmê Kobanê de jinê rolek mezin leyîst’
 
Çigdem Roj ku di filîmê Kobanê de karê rejîyê dikir wiha qala filîm dike: "Dema Kobanê tê gotin yekser jin tê bîra min, ji ber di şerê Kobanê de rola jinê di pêş de bû. Dema me dest bi çêkirina filîmê Kobanê kir, zêdetir hevalên jin di sazkirina filîm de rola xwe dileyîstin. Jin di deng, makjay, rejî, kostum, senarîst û derhêneriyê de dikaribû rola xwe bileyîze û cih bigire. Ev tevlîbûna jinê me dilşad kir û zêdetir berpirsiyarî da ser milê me ku em hîn bi hêztir beşdar bibin. Me ji xwe re armanc kir ku çiqas zehmetî hebe jî em ê bi ser bikevin ku bi filîmê Kobanê re serkeftina me mîsoger bû. Reng û tevlîbûna jinan ne wek mêran e, reng û tevlîbûna jinê cuda ye ji ber hûrguliyên xebatê difikirin û hewl didin ya herî baş pêk bînin."
 
‘Kobanê bajarê jinan e’
 
Çigdem tevlîbûna xwe ya ji xebata filîmê Kobanê re wiha rave dike: “Ez her dem bi coşek mezin beşdarî xebatên jinan bûm, vê yekê hişt ku ez bi hestekî rihetir pêş bixînim. Jin bi ruhê kolektîf û yekîtiyê nêz dibin, lewra çi karî bike, bi ser dikeve ku me di vî filîmî de ji nêz ve dît. Me bajarê jinan çêkir û li gor min Kobanê bajarê jinan e û jin bi destê xwe ev bajar ava kir. Em dikarin bêjin ku di çêkirina filîmê Kobanê de piraniya wan ji jinan pêk dihat. Ger hûn ji Kobanê re bêjin bajarê jinan û hûn biryar bidin filîmekî bikişînin û jin berpirsiyariya wî filîmî bigirin li ser xwe, ev fîlîm weke bajarê jinan dê bibe filîmê jinan. Ez hêvîdar im ku hem bedewiya bajarê jinan, hem jî bedewiya filîmê ku piraniya wan jin tê de ne, ev her du hest û rengên xwe li hev bicivin û filîmekî baş û xweş derkeve pêşiya têmaşevanan. Bi giştî karê sînemayê û bi taybet di karê rejiyê de min cih girt û ev yek ji bo min bû bingeh û ezmûnek pir baş. Tevî zehmetiyên filîm jî me dikarî astek mezin bi dest bixînin û afrîneriya jinê pêş bixînin. Piraniya tabloyên ku me di serê xwe de çêkiribû me pêk anî. Armanca me niha ew e ku dema ku filîm were pêşandan bêtir em encamê bi dest bixînin.”
 
‘Çîrok û serpêkhatiyên Kobanê bû filîm’
 
Senarîst û derhênera Filîmê Kobanê, Ozlem Yaşar jî nêrîna xwe wiha anî ziman: “Ger em behsa şoreşa Rojavayê Kurdistanê bikin, aktorên herî girîng ên vê berxwedanê jin in. Di warê temsîliyeta civakî, siyasî û leşkerî de aktora herî diyarker jin û di şexsê jinê de Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bû. Divê ev yek jî di şerê Kobanê de wek rastiyekê were dîtin. Di şerê berxwedana Kobanê de em pêşengtî û berpirsiyariya jinan zêdetir dibînin. Em dibînin ku hewldana jinê ya ku şerekî ewqas giran li ser milê wê rakiriye derketiye holê. Ev hewldana têgihiştinê, helbet ronahiyek di me de çêdike û dihêle ku em nêzî wê rastiyê bibin, nêzîkî cîhana jinên ku li Kobanê bi ser ketine bibin. Fikir û ruhê ku em behs dikin ew e ku çîrok û serpêhatiyên têkoşîna berxwedanê ya ku heta dawiyê derketiye fêm bikin û bikin fîlm. Awayê dîtin û mêzekirina me hinekî bi vî rengî bû. Ji ber ku têkoşeriya jinê ya ku di şerê Kobanê de derket holê, destkeftî û serketinên mezin bi xwe re anî. Kobanî ne yek çîrok e, di nava xwe de bi sed hezaran çîrok hene. Ne mimkûn e ku di fîlmekî de hemû çîrokên heyî werin vegotin. Dibe ku her çîrok heq dike ku bi serê xwe bibe fîlm, lê gelek bûyer  hene ku divê bibe belgesel û dokumanter. Ez nafikirim ku derhênerek dikare di tevahî fîlmekî de tiştê ku difikire bike. Bê guman, tiştên ku min jî di serê xwe da ava kiribû, hemû pêk nehatin, lê li gor rastî û îmkanên heyî nêz bûm û min hewldanek mezin da ku ez bikaribim berxwedan û têkoşîna Kobanê bi rêya filîm vebêjim.”
 
‘Huner dihêle ku mirov nefesê bistîne’
 
Senarîst û Prodîksiyona filîmê Kobanê Medya Doz di derbarê filîmê Kobanê de wiha nêrînên xwe anî ziman: “Dema min û Derhêner Ozlem Yaşar senaryoya filîmê Kobanê dinivîsand, bandora wê ya derûnî pir zêde bû, ji ber çîrokên ku me dîtine û bihîstine hemû nivîsand û vê yekê hişt ku em wan deman dubare bijîn û atmosferek giran li ser me ava kir. Ger em her dem bi derûniya şer bijîn, em nikarin nefesê bistînin, loma huner dihêle ku em piçekî nefesê bigirin. Di nava ewqas birînan de, filîmê Kobanê hişt ku em bêhnekê bistînin. Xwezî tu gel ne mecbûrî şer bûya. Bi taybet gelê Kurd bi sed salan e neçar maye ku rastî şer bên û şer bikin. Hemû çîrokên me di nav şer de derbas dibin, ji bo wê êşek pir giran li ser me ava kiriye. Mîna dema tu behsa lehengekî dikî, lê ew leheng tune ye. Tu behsa hinek kesên ku bi helwesta xwe dîrok guherandine dike, lê ew kes tune ye. Îro ger em dijîn, em bi saya bi hezaran lehengan dijîn û ji bo ku em bijîn ew leheng jiyana xwe ji dest daye. Ji bo tu bikenî ew giriyan. Dema mirov van tiştan difikire bandorek giran li ser mirovan ava dike.”
 
‘Filîmê Kobanê bi îmkanên şoreşê re çêbû’
 
Medya Doz kêliyên ku senaryo dinivîsînd û hestên ku dijiya wiha tîne ziman: “Di şerê Kobanê de hevalên nas hebûn ku şehîd ketin û hinek hebûn ku me dem û dewranên cuda hevdu nas dikirin. Me li ser kesên ku me nas kirine senaryo nivîsand, loma ev yek ji bo me weke şînê bû, lê di heman demê de ji bo me moral bû ku em wan didin jiyîn û wan di vê filîm de ji nû ve zindî dikin. Ew ê biaxivin, bimeşin û bi xwe çîroka xwe vebêjin, ev yek jî hêzek mezin dide mirovan. Di vê filîmê de da ku em ji arşîva YPJ/YPG’ê û QSD’ê sûd werbigirin kêliyên şer ên arşîvê bi me re parve kirin ku me gelek ji wan di filîm de bi kar anî. Her wiha me ji hin hevalan roportajên taybet standibû ku yek ji wan şahidan ez bi xwe bûm. Di dema şer de kî beşdar bû, kî li ku derê bû, kî li kijan eniyê bû, kî birîndar bû, kî şehîd bû, min hemû not girtibû û nivîsandibû. Referans ji bo vî filîmî leheng bi xwe bû ku dema me nivîsand û kişand jî wiha bû. Hema bêje hemû gelê Kobanê di Filîmê Kobanê de cih girt, ji ber ew bi xwe bûne şahidên bûyerên şer. Xalên herî girîng jî ew bû ku filîm di cih û demê xwe de hate kişandin û çîroka heyî weke xwe hate dayîn. Em li cihê bûyeran bûn, em ne dûrî şer bûn, heta hin şopên şer li her derê bû û birînên mirovan hîn taze bû. Me ev filîm bi îmkanên şoreşê çêkir û prodîksiyona me bi şoreşê re çêbûn.”
 
‘Heman rastî, bi filîm re nûjen bû’ 
 
Gulê Welat ku wê jî karê rejiyê dikir nêrîna xwe ji bo filîmê Kobanê û hestên ku jiya wiha parve dike: “Kobanê cihê rûmet û berxwedanê ye û cihê gava destpêkê ye ku serkeftinên me yên ewil li Rojava pêk hatiye. Kobanê ji bo min hestê komkirina mirovan a ji çar parçeyên Kurdistan, şerkirin û serkeftinê ye. Di dîroka kurdan de cara ewil bû ku di şerê Kobanê de ewqas kurd û jin hatin cem hev, şer kirin û bi ser ketin. Prodîksiyona me hewl da ku şerê ku li bajarê Kobanê pêk hatiye hemû fîguran kom bike û li heman bajarî filîm bikişîne. Elbet ev derûnî giran e, ji ber şerê ku pêk hatiye dubare bi rêya filîm hate jiyîn. Ez dikarim bêjim ku ev filîm ji bo ekîba filîmê bingehek qewîm ava kir ku me karibû civakê ji nêz ve nas bikin û kesên ku di şer de mane û paşê di filîm de cih girtine û bûne lîstikvan, rol leyîstin. Ev pêvajoya filîm karekî baş derxist holê. Hin caran atmosferekê rû dida ku em hemû hestiyar jî bibin, lê di encamê de karekî baş û xweş derket. Ne ku me çêkiriye, em dibêjin baş e, ji ber bûyerên ku me bi dest girtiye hemû rastî ne. Ev filîm bi hestekî dirust hate çêkirin. Mirov dîrokê tucaran nikare bixapîne, loma me ev filîm kir mala dîrokê. Ji bo zarok û ciwanên vî welatî karekî baş hate meşandin. Çi rast bû, kê şer kir û şerekî çawa bû hemû di filîm de derket holê. Bi vî karî re em ketin wê ferqê ku me di xebatên sînemayê de gavên xurt avêtine. Me ev filîm di nava şer de çêkir ku gelek caran em derketin întîşarê, gelek caran jî şer rastîn çêdibû em mecbûr diman ku navberê bidin. Çiqas zor û zehmetî hebe jî di dawiyê de xebatên me bi encam bû û derket pêşberî temaşevanan.”
 
‘Me pêşengên xwe zindî kir û ji dîrokê re hişt’
 
Lîstikvan û amadekara lîstikvanan (Castîng) Dîcle Arjîn nêrîna xwe wiha tîne ziman: “Xebata filîmê Kobanê pir girîng bû ku me xwest bi riya hunerê re têkoşîna rizgarî û azadiya jinan di şerê Kobanê de derxînin holê. Şerekî bi bedelên giran bi ser ket, ev şer bi pêşengiya jinan bû ku heq dikir bibe filîm. Min di filîm de him kamera bi kar dianî, him jî kesayeta şehîd Zehra Penaber dileyîst. Di şer de lîstina karektera jin a pêşeng û fermandar ji bo min berpirsiyariyek giran bû. Him di xebatên filîm de, him jî li paş perdeyê keda hevalên jin diyarde bû. Şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi ruhekî hevpar hate meşandin û di dema şer de jinên kurd, ereb û gelek pêşeng bi ruhekî hevpar şer kirin. Niha jî em bi ruhê hevpar wî şerî di hunerê de derdixînin holê. Me xwest em rastiya ruhê hevpar bijîn û bidin teyîsandin. Di dema kişandina filîm de gelek zehmetî hebûn, ji ber hestên wê pir giran bû. Tevî hemû zehmetiyan me xwest em pêşengên xwe bi riya hunerê zindî bikin û ji dîrokê re bihêlin. Hêviya me ew e ku me pêşengên xwe li gorî layiqbûna wan anîbe ziman û dîsa ez hêvî dikim ku ev ruh ji aliyê gel ve bi hêztir bibe û bi awayekî rastir bê nîşandan.”
 
‘Amadekirina lîstikvanan a di filîm de pir girîng e’
 
Amadekara Lîstîkvanan (Castîng), Nûdem Dirbesiyê kar û xebatên ku meşandiye wiha tîne ziman: “Ez yekem car beşdarî karê fîlîman dibim ku hestek pir bi wate ye. Em dikarin bêjin ku piraniya vê ekîbê ji jinan pêk dihat, vê yekê hişt ku hemû ekîp hêz, moral û tecrubeya xwe ji jinan werbigirin. Herkes bi karê xwe re sînordar nedima, herkesî alîkariya hevdu dikir da ku em filîmekî baş û li gor wateya xwe derbixînin. Amadekarina lîstikvanan di filîm de erkek pir girîng e ku min girtibû li ser milê xwe. Herkes bi rengê xwe beşdarî filîm bû û bi taybet hêzên leşkerî mîna QSD’ê, Hat, Erka xweparastinê, Asayîş û xebatên qada civakî di filîm de cih girtin. Bi coşek mezin şev û roj li cem me man û bi dil û can beşdarî hemû xebatan bûn. Ev welat welatê me ye û em di vî şerî de derbas bûne û ewqas xwîn hatiye rijandin. Ji ber vê yekê berpirsiyariya me bû ku em bi dilsoziyek mezin beşdarî vî karî bibin. Gelek dayik û bav hebûn ku bê tecrube bûn, lê cardin bi awayekî xurt beşdarî filîmê me bûn. Carinan me ji bo setekê 200 aktorên alîgirê lîstikvanan dianî cem hev. Daxwaz û armanca me ew e ku em berxwedana Kobanê bi hemû cîhanê bidin nasîn. Ev filîm bi fedekarî, ked û zehmetiyên pir mezin hat çêkirin ku em bi hêvî ne ku em layiqê wê ked û hewldanê bin.”