Komeleya Birca Belek 1'emîn kongreya xwe li dar xist

  • 15:06 16 Cotmeh 2022
  • Çand û Huner
ŞIRNEX - Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek 1'emîn kongreya xwe ya awarte li dar xist.
 
Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek 1'emîn kongreya xwe ya awarte li avahiya xwe li dar xist. Meclîsa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad(TJA), Partiya Herêmên Demokratîk(DBP), Partiya Demokratîk a Gelan(HDP), Rêxistina HDP’ê ya bajarê Şirnexê, Endamên Meclisa Şaredariya HDP’ê ya Silopiyayê û rêxistinên navend û navçeyên Şirnexê yên HDP’ê beşdarî kongreyê bûn.
 
Kongre bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û ji bo dîwanê Meryrm Eşkara, Hatîce Beytûr, Mahsûn Bîlgîç hatin bijartin. 
 
Di destpêkê de li ser navê dîwanê Mahsûn Bîlgîç axivî û got: “Em bi tevahî girîngiya zimamê nizanin. Wek tê zanin çand û ziman bingeha neteweyê ye. Ji bo ku em bêjin em jî netew in divê ewilî em çand û zimwnê xwe biparêzin û lewra divê em xwedî li ziman û çanda xwe derbikevin.”
 
Piştre Berdevka komîsyona komeleyê Meryem Eşkara jî axivî û destnîşan kir ku têkoşîna ji bo patastina çand û ziman dê hertim berdewam bibe. 
 
Hevseroka HDP'ê ya  Bajarê Şirnexê Sabuha Akdag jî kongre pîroz kir û wiha axivî: “Ji bo mafê ziman ked û têkoşînek mezin tê dayîn. Divê em xwedî lê derkevin. Li dijî ziman û çanda me lîstikên sîstemê tên kirin. Di vê çarçoveyê de serdest li ser axa me mîhrîcanan li dar dix. Bila gelê me di vî aliyî de hişyar bibe û xwedî li nirxên xwe derbikeve.”
 
Ji bo rêveberiya komeleyê; Cahît akil, Zaman Sariyildiz, Mehmet Denîz, Zîndan Erkul, Ridvan Tûrel, Halîl Dalmiş, Muhîttîn Duymak, Mehmet Dogan, Dîcle Akil, Salîh Çatikaş, Dildar Polat, Bager Aşkin hatin bijartin. 
 
Kongre bi bernameya dengbêjan bi dawî bû.