Hîlala Zêrîn a Efrînê ji bo bîranîna Jîna Amînî stranek çêkir

  • 13:43 6 Cotmeh 2022
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hîlala Zêrîn a Herêma Efrînê ji bo bîranîna Jîna Mahsa Amînî û piştgiriya serhildana jinan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê stranek bi navê "Jîna" çêkir û klîba wê jî hate weşandin.
 
Koma Hêwa ya Hîlala Zêrîn a Herêma Efrînê ji bo piştgiriya serhildana jinan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê stranek çêkir. Stran bi navê "Jîna" ye û gotin û awaza wê ji aliyê Koma Amara ve hatine çêkirin.
 
Endamên komê destnîşan kir ku armanca wan ji vê stranê ew e ku wek jinên efrînî hestên xwe li hember êrişa li ser Jîna Amînî diyar bikin û balê bikişînin ser berxwedana jinan.