Lîstikvanên Şanoya Bajarê Amedê bi lîstîka nû derdikevin ser dikê

  • 09:51 21 Îlon 2022
  • Çand û Huner
AMED - Lîstika Dek û Dolabên Scapen a li Şanoya Bajar a Amedê dilîze eleqeyek mezin dibîne. Ji lîstîkvanan Nurşen Adiguzel wiha got: “Lîstika me digihêje gelek aliyan û di heman demê de ji ber xebatên me Kurdî ne gelek qad ji bo me hatine qedexekirin.”
 
Li Şanoya Bajar a Amedê lîstika bi navê Dek û Dolabên Scapen di 17’ê îlonê de hat lîstin û wê heta 23’yê îlonê bidome. Lîstik eleqeyek mezin dibîne. Lîstika ji aliyê nivîskarê Fransî di 1671’ê de hatiye nivîsîn du jê jin 8 kes di lîstikê de dilîzin. Derhêneriya lîstikê Ozcan Ateş dike û alîkariya derhêneriyê jî Şîlan Alagoz dike.
 
Ji lîstikvanên Dek û Dolabên Scapen Nurşen Adiguzel der barê qedexeyên li hember hunera Kurdî û lîstika dilîzin de axivî.
 
‘Em Kurd in û xebatên xwe bi Kurdî dikin’
 
Nûrşenê daxuyakirin ku ev demek dirêj e li ser çanda Kurdî û Kurdî xebatan dimeşînin û wiha vegot: “Bêguman her tim gelek bûyerên awarte dertên pêşberî me. Lê divê ev ji bo me nebe pirsgirêk, ji ber em Kurd in û xebatên xwe bi Kurdî dikin. Divê ev pirsgirêk ji bo tu hevalên me nebin pirsgirêk. Em ji bo lîstikên xwe dertên turneyan lê ji ber zimanê me Kurdî ye gelek cihî li me qedexe dikin. Piştre jî rewşeke lîstikên hatine qedexekirin, tên qebûlkirin, heye. Ev jî komîk e. Ev ji bo me ne astengî ne. Belê qedexe dikin û destûrê nadin em karê xwe bikin. Lê dîsa em xebata xwe didomînin. Li kolanan û salonan xebatên me didomin.”
 
Ji her çar aliyê cîhanê temaşevanên me hene’
 
Nûrşenê destnîşan kir ku gel ji wan hez dikin û wiha pê de çû: “Salonên me bi saya wan bi coş tije dibin. Em ji ber eleqeya gel gelek kêfxweş in. Ev eleqe enerjiya me du qatî zêde dike. Em dixwazin ku gelê me di vê mijarê de her tim piştgiriyê bide me. Ji xwe tu car em tenê nehiştin. Em bi vê bawer in. Ji her çar aliyê cîhanê temaşevên me hene û em jî dibin hevkarê enerjiya wan. Em naskirina lîstikên xwe û serkeftina xwe deyndarê Şanoya Bajar a Amedê ne. Ji dayikên me heta ciwanan ji mezinan heta biçûkan eleqeyek li hember şanoyê heye. Lîstikên me digihêjin gelek aliyan. Ev girseya temaşevanan di Hinek Henek de jî zêdetir derket pêş.”
 
Nûrşena ku da zanîn lîstika Dek û Dolabên Scapen a ji aliyê Molière hatiye nivîsandin cara ewil di 17'ê Îlonê de hat lîstin, bang li kesên ji şanoyê hez dikin. 
 
Der barê Dek û Dolabên Scapen de
 
Lîstika Fransizî ji aliyê nivîskar Molîere di 24’ê Gulana 1671’ê de yekem car li Şanoya Palaîs Royal a li Parîsê bi sê perdeyî hatiye lîstin û lîstikek komediyê ye. Ev berhem  ji lîstika ‘Phormîon’ a aliyê nivîskarê lîstikan yê Grek Terentîus ve hatiye nivîsîn, li şanoyê hatiye vegerandin.
 
Qehremanê lîstikê Scapîn ku xîlekar û duzenbaz e her tim bi derew û dolaban di jiyana xwe de hewl dide bikeve pêşiya her kesî. Xwe pir diecibîne, xwedî karekterekî bi kîbîr e. Scapîn dibêje qey tiştekî ku neke tune ye. Lê di heman demê de pir konek e û li ser dîplomasiyê jî gelek jîr e. Kesên din ên di lîstikê de jî hema wisa wek kuklayekê li hember hev dide lîstin. Li aliyê din jî hedefa wî ya ku alîkariyê bide du kesên din heye. Seranserê lîstikê di vê hedefa xwe de dimîne.