Zarok, hîmê hunerê di Zarok Ma de diavêjin

  • 09:05 20 Îlon 2022
  • Çand û Huner
AMED - Zarok Ma ya bi dirûşma ‘mala me ya duyemîn’ xebatên xwe dimeşîne, hedefa wan ev e ku polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser zarok û ciwanan beralî bikin. Hîndekara Zarok Ma Evîndar Dulek got mirov ziman, çand, dîroka xwe li mala xwe hîn dikin û banga mezinkirina Zarok Ma kir.
 
Di 2010’an de bi piştgiriya şaredariya bajarê Mezin ve Konservatuara Aram Tîgran hat avakirin û di mijdara 2016’an de qeyûm hat tayînkirin. Piştre mamosteyên wê ji şaredariyan serbixwe akademiya Ma Muzîk ava kirin. Di 3’yê Adara 2017’an de hat avakirin û heta niha xebatên xwe meşand. Di 6’ê Tîrmeha 2021’ê de jî ji bo zarokên navbera 0-5’an de Akademiya Zarok Ma ava kirin.
 
Polên wê ji 6 kesî pêk tên û malbat jî dikarin tevli van dersan bibin. Bi dirûşma ‘Mala we ya duyemîn’ di mijarên muzîk, çand û ziman de perwerde ji bo zarok û malbatan tê dayîn. Hîndekara Ma Muzîk Evîndar Dulek der barê mijarê de axivî.
 
Zarok li vir hîmê xwe diavêjin
 
Evîndarê wiha vegot: “Zarok dîrek bi akademiyê dest bi perwerdeyê dikin û ev kêmasî ye. Dema me Ma Muzik vekir me bi akademiya zarokan û perwerdeyê dest pê kir û me kêmasiyek hîs kir. Zarok bi akademiyê dest pê dikirin lê beriya vê perwerdehiyek tunebû. Me jî xwest em hîmê vê bavêjin. Me zarokên navbera 0-5’an de li Zarok Ma perwerde kir û piştre li akademiyê bi cih kir.”
 
‘Pergalek ku zarokan asîmîle dike heye’
 
Evîndarê daxuyakirin ku li her qada jiyanê li ser zarokên Kurd polîtîkayên asîmîlasyonê hene û wiha dirêjî dayê: “Zarok Ma li dijî van polîtîkayan ngavek girîng bû. Her kes dizane ku zarokên Kurd li dibistanan û her qada jiyanê bi bandor dibin. Hem di alî çand hem di alî zimande tên asîmîlekirin. Divê em li dijî vê asîmîlasyonê di parastinê de bin. Sedema avakirina akademiyê jî ev bû. Em her tim dibêjin divê gotina akademî hêsan neyê dîtin. Em li dijî asîmîlasyone berxwedanek mezin didin. Ev şerekî taybet e. Me xwest em zarokan di mijara ziman-çand-hunerê de xurt bikin. Akademî di vî alî de gavek xurt e.”
 
‘Mirov çand û ziman li mala xwe fêr dikin’
 
Evîndarê bi lêv kir ku di temenê biçûk de di mijara çand, ziman û dîrokê de xwedî agahîbûyînê gelek girîng e û ev tişt diyar kir: “Her kes dirûşma me dizane. ‘Mala we ya duyemîn’. Mirov ziman, çand û dîroka xwe li mala xwe fêr dibin. Mirov her tiştî li mala xwe dibînin û wisa mezin dibin. Me xwest em Zarok Ma bikin cihekî wisa. Ji ber vê em girîngiyê didin dirûşma xwe.”
 
‘Di 8 hefteyan de mezûn bûn û ketin Ma Muzîkê’
 
Evîndarê destnîşan kir ku ji bo dema nû jî gav avêtine û zarokên sala borî mezûn bûne ketina asta duyem û wiha anî ziman: “Sala me gelek xweş derbas bû. Sala borî nêzî 725 xwendekarî qeyd kir. Yên berdewam kirin jî hebûn ên qeyd kirin û nehatin jî hebûn. Yên qedandin jî hebûn. Me salek wisa derbas kir. Em niha dikevin demek nû. Yên sala borî ketin asta duyem. Zarokên mezûn bûne hene. Zarokan di 8 hefteyan de qedandin û ketin Ma Muzîk. Li wir jî hinek zarok biçûk bûn hinek hîmê wan li gorî akademiyê bûn. Lê ji bo akademiyê teşwîqkirin girîng bû. Hem malbatan hem jî zarokan li vir perwerde dîtin. Hinek ketin qursan. Hinek ketin akademiyê. Niha 300 xwendekar hene. Nêzî 200 jî qeydên nû ne.”
 
‘Plana me ne  salek an jî çend salan’
 
Evîndarê wiha dawî lê anî: “Hêviya me berdewamkirina planên me ye. Planên me ne salek an jî çend sal in. Em dixwazin zarok di akademiyê de xwe bigihînin. Em her tim dibêjin em li pişt dirûşma xwe ne. Malbat ditirsin, ji ber zarokên xwe bi fikar in. Mixabin li derve di alî çand û ziman de şerekî mezin heye. Em dixwazin ku malbat netirsin. Bila her tim bi zarokên xwe re Kurdî biaxivin.”