Bi hezaran kes tevlî Mîhrîcana Çanda Kurd a 30’emîn bûn

  • 14:12 17 Îlon 2022
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran kurdên li Ewropayê dijîn û dostên wan ên li Ewropayê ji bo tevlîbûna 30'emîn Mîhrîcana Çanda Kurdan li bajarê Landgraaf a Hollandayê kom bûn.
 
30'emîn Mîhrîcana Çanda Kurdan bi dirûşma “Em ê li dijî dagirkerî û qirkirinê Kurdistanê biparêzin, Rêber Ocalan azad bikin” li bajarê Landgraaf a Hollandayê pêk hat. Îsal sala 30’emîn a mîhrîcanê ye. 30 sal in mîhrîcan li derên cuda tê lidarxistin û îsal jî li Landgrafê hat lidarxistin. Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn bi cil û bergên netewî tevlî mîhrîcanê bûn. 
 
Mîhrîcana îsal diyarî berxwedêrên li Zap, Avaşîn û Metînayê tê kirin. Ji serê sibê ve dost û hevalên Kurdistanî bi dirûşman berê xwe dan qada mîhrîcanê. Hevserokên KCDK-E’yê Fatoş Goksungur û Yuksel Koç li ser navê komîteya amadekar a mîhrîcanê axivîn.
 
Ciwanên çalakiya meşa dirêj jî ji bajarê Essenê yê Elmanyayê bi rê ketibûn, piştî meşa bi rojan bi sloganan ketin qada mîhrîcanê. 
 
Mîhrîcan bi axaftin û guhdarkirina muzîkê didome.