Kurd li Rûsayê bi rengê xwe tevli mîhrîcanê bûn

  • 12:49 4 Îlon 2022
  • Çand û Huner
 
NAVNEDA NÛÇEYAN - Kurd bi rengê xwe tevlî mîhrîcana navneteweyî ya li Tambovê bûn û hêjayî xelata xurtkirina dostaniya gelan hatin dîtin.
 
Li herêma Tambovê ya Rûsyayê bi navê "Tambov mala me ya hevpar e" mîhrîcaneke  navneteweyî hate lidarxistin. Mîhrîcan di 3'ê Îlonê Roja Dostaniya Gelan de li salona Şanoyê ya Drama ya Tambovê pêk hat.
 
Ji hemû navçeyên Tambovê kom û hunermend tevlî mîhrîcanê bûn. Rûs, Belarûs, Kurd, Ûkraynayî, Kazax, Çîngene, Ermen û Tabasaran bi rengê xwe beşdarî mîhrîcanê bûn.
 
Kurd hêjayî xelatê hatin dîtin
 
Bi navê gelê Kurd, koma govendê ya Barîn ku ji navçeya Pervomaîskê ye, cihê xwe di mîhrîcanê de girt. Di dawiya mîhrîcanê de ji hemû beşdaran re xelat hate dayin. Nûnerên Kurdan jî hêjayî xelata xurtkirina dostaniya navbera gelan a li Tambovê hatin dîtin.