KASED ji bo yekemîn salvegera xwe amadekariyan dike

  • 09:01 2 Îlon 2022
  • Çand û Huner
 
AMED - KASED  ji bo pîrozbahiya yekemîn sala xwe amadekariyan dikin û ji bo jinan di qada çand, huner û wêjeyê de derfetan ava dike. Yek ji hîndekarên KASED’ê Serap Ergîn da zanîn ku jin eleqeyek mezin nîşanî komeleya wan didin.
 
Komeleya Wêje, Huner û Çandê ya Jinan (KASED) bi armanca di qada çand, huner û wênejê de xebatên xwe bimeşîne sê sal berê wê bihata avakirin lê ji ber vîrusa kovîd-19'ê di 5’ê îlona 2021’ê de hat vekirin. KASED ku yekem sala xwe tije kir, di qadên çand û hunerê de perwerdehiyên cuda dan û hedef dike ku jin û zarok ji qalibên diyarkirî bên derxistin û di qada hunerê de jî xwedî maf bin.
Serap Ergîn a li komeleyê mamostetiya wênexêziyê dike, der barê amadekariyên sala xwe û xebatên dimeşînin de axivî.
 
‘Taxa ku komele lêbû me bi zanebûn tercîh kir’
 
Serapê da zanîn ku divê zêdetir ji bo saziyên jinan girîngî bê dayîn û got ew saziyeke ku ji bo jin û zarokan perwerdehiyên cuda dide ne. Serapê wiha daxuyand: “Me xwest ku jin bi rehetî nirxa xwe bînin ziman. Bi vî awayî me sazî vekir. Di gelek qadan de qursên me hene. Perwerdeya muzîk, wêne, ziman, govend û erbaneyê em didin. Me taxa ku komele lê ye bi zanebûn tercîh kir. Li vir saziyek jinan tunebû û me xwest em gavekê bavêjin. Eleqeya taxê ji bo saziyê gelek mezin e. Jin tên û dibêjin ‘tenê li vir jin hene?’ Mereq dikin. Xebatkarên saziyê hemû jin in. Ji ber vê jî tên lê digerin. Dibêjin ‘hûn li vir çi dikin, ev der çiye?’
 
Ji jinan eleqeyek mezin
 
Serapê destnîşan kir ku jin bi eleqeyek mezin tên komeleyê û di berdewamiyê de wiha da zanîn: “Dayik zarokên xwe ji bo dersê bigirin dişînin. Piştre jî dixwazin ew jî dersê bigirin. Dayikên me yên wisa jî hene. Tê dibêjin ‘ez dixwazim dersa erbane û tembûrê bigirim’.  Eleqeya wan pir xweş e. Em hemû li vir jin in. Bêguman em carna bi zehmetiyan re tên rû hev. Wek jinekê di civakê de cihgirtin zehmet e. Em li vir hemû jinin û carna em rastî zehmetiyan tên.”
 
‘Em bi saziyên din re di piştevaniyê de ne’
 
Serapê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Em bi saziyên din yên xebatên çand û hunerê re dimeşînin di têkiliyê de ne. Em gelek sazî û komele bi hev re dixebitin. Saziyên din jî eleqeyek mezin nîşan didin. Dema projeyek hebe hema tên bi me dişêwirin. Dixwazin fikrên jinan jî bigirin. Me jî deriyê xwe ji wan re vekiriye. Wan jî ji me re. Em bi gelek saziyan re di têkiliyê de ne.”
 
‘Qeydên nû dest pê kirin’
 
Serapê destnîşan kir ku ji ber pirsgirêk û ji ber pandemiyê plana vekirina KADES’ê du salan taloq kirine û cih da van gotinan: “Ji ber pandemiyê me du salan cihê xwe venekir. Me konsera xwe li gorî vekirina xwe kir.  Me qeydên nû yên qursê dan destpêkirin. Em hêvîdar in hemû jin bên qursên me. Mirov vê derê wek mala xwe dibînin. Ev me kêfxweş dike.”
 
‘Ji bo konserê 2 komên hunerê wê bên’
 
Serapê di dawiya axaftina xwe de der barê konsera ku ji bo sala yekem pêk tînin de axivî: “Ji bo konserê du komên hunermend wê bên .Me wek KASED li gelek bajaran konser pêk anî. Niha em di xebata konsereke din de ne. Ewil wê Koma Hera Rojhila bê. Ya din jî Kolektîfa Rîtmên Azad e. Bila hemû dost û hevalên me tevli bibin.”