Li Kirmanşanê jinan pêşangeha havînê vekir

  • 15:40 21 Tebax 2022
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kirmanşanê mîrateya çandî ya ji hûnera destan a jinan pêk tê li pêşangeha havînê hat pêşandan.
 
 Li Parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê mîrate û hûnera dest a kevnar a dîroka wan digihe bi hezaran salan hat pêşandan. Pêşangeh sibehê di navbera seatên 10.00-13.00 piştî nîvro jî di navbera 16.00-22.00’yan de vekirî ye. Li gorî nûçeya ku di NûJINHA'yê de hat welandin, li pêşangehê ji cil û bergên gelerî hetanî berhemên çermên hûnandî, ji textên ku bi dest hatiye nexşandin ên ji bo jiyana rojane hetanî tamên heremî gelek berhem hene.
 
Beşdareke ji Kirmanşanê ya pêşangehê ku bi kargeheke çêkerên çerm re mijûl e, got: “Em her wiha bi her awayî perwerdehiyê didin jinan, di warê çêkirin û amadekirin û teşekirina çerm de. Em berhemên ku hatine amadekirin jî pêşkeş dikin.”
 
Leyla Ehmedî ku tevli pêşangehê bû, gût  ku ew heta dawiya havînê li vir berheman dide, bi danasîna tamên herêmî kêfxweş e û debara xwe ya aborî pê dike.
 
Pêşangeh heta meha Îlonê li Kirmaşanê li benda kesên eleqedar e.