Mîhrîcana li Helebê bi dawî bû: Em ê xwedî li hunera xwe derkevin

  • 10:39 16 Tebax 2022
  • Çand û Huner
 
Sîdra Mamo
 
HELEB - 1'emîn Mîhrîcana Şehîd Berçem a bi dirûşa "Huner şerê hebûba azadiyê ye" bi dawî bû. Beşdarvanên mîhrîcanê kêyfxweşiya xwe anîn ziman û gotin: "Bi rêya mîhrîcanê çand û hunera herêmê hat naskirin. Xwedîderketina li çand û hunerê girîn e." 
 
Bi armanca piştgiriya hewldanên xurtkirina rola jinan di qada hunerê de, Tevgera Hîlala Zêrîn a Çand û Hunerê ya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma “Huner şerê hebûn û azadiyê ye”, 1'emîn Mîhrîcana Jin a Şehîd Berçem a Çand û Hunerê li dar xist. Mîhrîcana ku li Helebê hat lidarxistin, hem ji hêla beşdarbûna koman ve û hem jî bi beşdarbûna gel bal kişand ser xwe. 
 
Jinên ku tevlî mîhrîcanê bûn hest û ramanê xwe anîn ziman û bal kişandin ser girîngiya mîhrîcanê. 
 
'Jin ji çand û hunera xwe re girêdayî ye' 
 
Mizgîn Çolaq a ku beşdar mihrîcanê bûye behsa beşdarbûna gel a girseyî kir û got: "Îro mîhrîcan di roja xwe ya dawî de ye, ev gav jî di demek wiha de pir gavek mezin e. Ji ber ku gel bi awayek ne normal beşdarê vê mihrîcanê dibin. Ev mihrîcan cudabûna jinê û çandê wê nîşan dide. Ji ber ku çanda jinê çanda herî kevnar û dîrokî ye. Ji ber vê yekê jî gel her tim bi çanda xwe ve girêdayî ye."
 
'Bi rêya mîhrîcanê çanda herêmê hat naskirin' 
 
Mizgîn, diyar kir gelek kes ji cihên cuda hatibûn û tevlî mîhrîcanê bûn û wiha bi lêv kir: "Mîhrîcana me mîhrîcaneke serkeftî ye, ji ber ku ev mîhrîcan di roja 15'ê Tebaxê de bi dawî bû. Em 15'ê Tebaxê li hemû gelên azadîxwaz pîroz dikin. Di vê mîhrîcanê de gel û beşdarvanên ku ji derveyî Helebê hatî jî gaveke nû bû ji bo me, bi taybetî jî jin. Yanê gelê vê derê çanda herêmên din jî nas kir bi rêya vê mîhrîcanê."
 
'Em ê xwedî li çanda xwe derkevin' 
 
Yasmîn Koşan di Koma Çand û Hunera Cemîl Horo ya Helebê de cih digire wiha bal kişand ser girîngiya mîhrîcanê: "Ev mîhrîcana ku pêk hatî gelek girîng e û bi wateye ku li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye li dar xistin em jî vê yekê gelek kêfxweşin. Mîhrîcana me 3 rojan dom kir. Di 15'ê Tebaxê de jî bi dawî bû. Armanca me ji vê mihrîcanê ew e ku em bi çand û hunera xwe werin naskirin. Her wiha mîhrîcaneke wisa tiştek nû bû ji bo gel, ji ber ku çanda herêmên din jî dihatin pêşkêş kirin. Weke endamên çand û hunerê em ê her tim xwedî li çanda xwe ya pîroz derkevin û bi piparêzin."