Li Torontoyê Mîhrîcana Aştiyê û Çanda Kurd hat lidarxistin

  • 14:15 15 Tebax 2022
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Toronto yê Kanadayê, 18'emîn Mîhrîcana Aştiyê û Çanda Kurd hat lidarxistin. 
 
Li bajarê Toronto yê Kanadayê, 18’emîn Mîhrîcana Aştiyê û Çanda Kurd bi coşeke mezin hate lidarxistin. Festîval li Parka Earlscourt bi tevlîbûna hezaran kurd û dostên wan pêk hat. Her wiha Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hişyar Ozsoy, Nivîskar Chro Zand, Koma Çandê ya Tamîl Center, hunermend Rotînda û Serhado jî tevlî mîhrîcanê bûn. 
 
Piştî rêzgirtinê Hevserokên Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk a Torontoyê axivîn Piştre jî parlamenterê HDP Hişyar Ozsoy axivî û bal kişand ser polîtîkayên AKP û MHP'ê Nivîskar Chro Zand jî behsa pirtûka xwe ya bi navê "Bîranîna keça lehengekî ji Kurd" kir. Nunerê ku li ser navê Tamîl Center axivî îşaret bi çarenûsa hevpar a gelên bindest kir, piştre jî Koma Çandê ya Tamîl Center stranên xwe ya çandî vegot.
 
Piştre Koma Artos derket ser dikê, hunermendên kurd Azad, Ridvan, Sîdar, Mehmet Alî û Aydin û piştre Rotînda û Serhado derketin ser dikê. Nêzî 10 hezar kurdên ku tevlî festîvalê bûn bi stranan govend gerandin. Mîhrîcan bi qasî 9 saetan bi coşek mezin dewam kir.
 
Mîhrîcana li Torontoyê bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana kurd" bi dawî bû.