Mîhrîcana 'Huner şerê hebûna azadiyê ye' li Helebê dest pê kir

  • 10:45 14 Tebax 2022
  • Çand û Huner
 
HELEB - Bi dirûşma "Huner şerê hebûna azadiyê ye" 1'emîn Mihrîcana Şehîd Berçem bi pêşengtiya Kevana Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Suriyê, li Bajarê Helebê di roja yekem de dest pê kir.
 
Bi dirûşma "Huner şerê hebûna azadiyê ye" 1'emîn Mihrîcana Şehîd Berçem bi pêşengtiya Kevana Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Suriyê, li Bajarê Helebê di roja yekem de dest pê kir. Di mihrîcanê de hemû şêniyên taxa Şêx Meqsud û Eşrefiyê ya bajarê Helebê beşdar bûn. qada mihrîcanê bi wêneyên pekrewanên jin yên leheng û wêneyên Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan, her wiha bi pankertên bi nivîsa "Evîn serkeftinê dixwaze" hatibû xemilandin. Mihrîcan li qada Cebenet a taxa Şêx Meqsud hat lidarxistin. Mihrîcan bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoryên azadiyê dest pê kir. Piştre axaftina Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan hat guhdarkirn.
 
'Ev mihrîcan rengî biratiya gelan nîşan dide'
 
Endama Tevgera Civaka Demokratîk a Bakur û rojhilatê Suriyê Zelal Ceger di mihrîcanê de axivî  û wiha got: "Destpêkê silavên me ji kelha berxwedan ê û gelê têkoşer re heye. Îro carek din Heleba rengîn carek din bi mihrîcanek wiha rengê xwe nîşan dide. Bi vê munasebetê em hemû cangoriyên azadiyê bi bîr tînin. Li ser vê bingehê gelê me têkoşîna xwe dewam dike û riya van cangoriyan dişopînin. 
 
Proja Rêber Apo ya ku li ser nirx azadiyê hatiye bi pêş xistin ku îro sîstema Netewa Demokratîk biratiya gelan esas digire. Em dibînin îro liv ê qadê hemû pêkhate li vê derê kom bûne û çanda xwe temsil dikin. Ji bo ku em karibin vê projeya xwe bi ser bixin divê ku em biratî û çanda xwe biparêzin û bilintir bikin. Ji ber vê yekê jî dijmin her tim êriş me dike. Ev deh sal in gelê me bi şerê gelê şoreşgerî li ber xwe dide û yek ji van herêman jî taxa Şêx Meqsude ku tekoşîn û berxwedaniyek mezin têde qewimiye. Em jî di wê baweriyê de ne ku gelê me li pişta me ye û wê ti car dev ji berxwedaniya xwe bernedin heya ku em hemû herêmên dagirkerî rizgar dikin."
 
Piştre belgefîlm li ser jiyana têkoşer Berçem hat pêşkêş kirin, paşê hunermend Yesmîn Esker a ku ji Tebqayê beşdar bûye stran gotin. 
 
Her wiha Koma Şehîd Canda ya filiklorî ya bajarê kobanê govend pêşkêş kirin. 
 
Piştre hunermend Bermal  Çem derket ser dikê, Koma Stêra Zêrîn a stranan a Bajarê Qmişlo derket ser dikê stranên xwe gotin. Herî dawî jî hunermed Newroz Silêman a bajarê Efrînê stran gotin. 
 
Mihrîcan roja ewilî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.